16:57 25 Hezîran 2018
Sefîn Dizeyî

Hikûmeta Herêma Kurdistanê PKK û KCK hişyar kir

© Foto: cabinet.gov.krd
Kurdistan
Lînkê kurt
0 11

Sefîn Dizeyî beşdarî bernameyeke kanala televîzyonî ya Rûdawê bû derbarê qeyrana aborî, bernameya çareseriyê û astengên pêşiya çareseriyê de axivî.

Hewlêr — Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî diyar kir ku berpirsiyarê teqandina boriyên petrolê yên Kurdistanê PKK ye û daxuyaniya Berdevkê KCKê Demhat Egîd jî bi zelalî û eşkere vê yekê pesend dike; herwiha boriya di navbera Riha û Mêrdînê de jî hatiye bombrêjkirin ku tîmên çêkirinê bi hêsanî nikaribin tamîr bikin.

Dizeyî destnîşan kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke fermî teqandina boriya petrolê ya Kurdistanê şermezar kiriye û ev kar wekî destdirêjiya li hemberî rizq û debara jiyana xelkê Kurdistanê bi nav kiriye.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî cotstandardiya helwestên partiyên kurdistanî bertek nîşan da û got: ‘Di hinek merasîm û çalakiyên taybet bi PKKê de derdikevin ser kolanan û piştgiriyê didin PKKê; lê dema ku PKK şaşiyeke rasterast li hemberî debara jiyana xelkê Kurdistanê bêdeng dimînin. Dema ku mûçe dereng dimînin an jî kêm dibin nerazîbûnê nîşan didin, çima nayên ser cadeyan û PKKê protesto nakin. Ev nîşaneya cotstandardiyê ye.’

Sefîn Dizeyî bi teqandina boriyekê lawazkirina Tirkiyayê bêwate dît û got: ‘Em bifroşin an jî nefroşin Tirkiya gazê ji Îran û Rûsyayê dikire. Ew gaza ku diçe Tirkiyayê ne bêpere ye û heke em bifroşin em ê qezenc bikin, xelk bifroşe ew dê qezenc bike. Ev bazarek e’

Bi heman mijarî:

Rûsyayê ji bo agirbestê li Sûriyayê navendek avakir
Li Amedsporê cezayeke nû hate birîn
Erdogan dixwaze bi polîtîkaya Sûriyayê Osmaniyeke nû ava bike
Di benzînê de duh erzanî û îro zem
Etîketan:
nîşaneya cotstandardiyê, şaşiya rasterast, partiyên kurdistanî, cotstandardiya helwestan, rizq û debara jiyana xelkê Kurdistanê, daxuyaniya fermî, berpirsiyarê teqandinê, boriyên petrolê yên Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de