19:17 23 Hezîran 2018
Marlin Stivani Nivarlain

Tîma Dijterorê ya Kurdistanê keça swêdî ji destê DAIŞê rizgar kir

© Foto: Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Tîma Dijterorê ya Herêma Kurdistanê zaroka swêdî Marlin Stivani Nivarlain ji destê rêxistina terorîsya DAIŞê rizgar kir

Hewlêr — Encûmena Asayişa Parastina Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku roja 17ê Sibatê tîmeke taybet ji hêza dijterorê ya Kurdistanê operasyoneke taybet li navçeyeke nêzîk Mûsilê kirin, di encamê de zaroka swêdî hat rizgarkirin.

Li gor daxuyaniyê, zaroka swêdî temen 16 salî ye û navê wê  Marlin Stivani Nivarlain e û ji xelkê navçeya Boråsê ye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, naverasta sala borî, milîtanekî terorîst yê DAIŞê Merlin xapandiye û wê ji swêdê biriye Sûriyeyê û ji wê de jî derbasî Mûsilê kiriye.

Encûmena Asayişa Parastina Herêma Kurdistanê eşkere kir ku, piştî komkirina zanyariyên taybet, hêza dijterorê Marlin Stivani Nivarlain li navçeyeke ser bi Mûsilê ve rizgar kirin.

Niha jî Encûmena Asayişê li gel aliyên pêwendîdar ên swêdî di têkiliyan de ye, ji bo ku ew zarok vegere nav malbata xwe.

 

 

Bi heman mijarî:

KURDISTAN - 16 hezar mayin hatin pûçkirin
Îsraîl: ‘Li Sûriyeyê dê Kurdistan ava bibe'
Serokwezîrê Iraqê: ‘Bila Kurdistan referandûmê neke’
KURDISTAN - Barzanî reforma giştî ragihand!
KURDISTAN - Leşkerên Iraqê derbas bûn!
Etîketan:
Hêza Dijterorê ya Herêma Kurdistanê, Encûmena Asayişa Parastina Herêma Kurdistanê, Merlin Stephanie Nniferlaan, Mûsil, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de