08:01 19 Hezîran 2018
Protestoya li dijî kuştina jinan li Kerkûkê

KERKÛK - Di nava 2 rojan de 8 jin hatin kuştin

© Foto: RojNews
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Nûçegihanê Rojnewsê zanyar daqûqî ji Kerkûkê ragihand ku di rojên dawîn de li bajarê Kerkûkê 8 jin di encama tundî û tûjiyên cuda de hatine kuştin.

Kerkûk – Çalakvana mafên jinan û Berpirsa Rêxistina Hîwa li bajarê Kerkûkê Sirûd Mihemed Falih derbarê tundiya li dijî jinan de axivî û got: ‘Her sal li Kerkûkê bi hatina werza biharê re ku çûna geşt û seyranan dest pê dike û bi vê yekê re tundiya li dijî jinan jî zêde dibe. Sedema sereke ya van bûyerên civakî ew e ku kesên diçin seyranê madeyên hişber û alkolê bi kar tînin.’

Sirûd Mihemed Falih diyar kir ku ji bo parastina jinan heya niha hikûmeta Herêma Kurdistanê li bajarê Kerkûkê tu hewldaneke erênî nekiriye, bêxem tevdigere û lewre hêviya xwe ji hikûmetê birîne.

Di dawiya axaftina xwe de jî Sirûd Mihemed got: ‘Li bajarê Kerkûkê bûyerên kuştina jinan û tundiya li dijî wan sal diçe ji sala din zêdetir dibe. Hemû rêxistin û pêkhateyên hikûmetê li hemberî tundiya li dijî jinan xemsar û bêberpirsiyarî ne. Ji ber vê bêxemî û berpirsiyariya hikûmet û dezgehên fermî cardin li Kerkûkê di nava du rojên dawîn de 8 jin hatin kuştin.’

Bi heman mijarî:

AKPê di malpera xwe ya fermî de şaredariya DBPî weke yê xwe nîşan da
Çîn û Rûsya, wê dawiyê li hêza leşkerî ya Amerîkayê bînin
Perinçek: 'Çi bextewar im ku li bajarên kurdan operasyonên paqijiyê dibînim'
230 parêzer ji bo hevdîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan
Amerîkayê, ji bo berjewendiya xwe ya petrolê hetanî Ban Ki-mun jî guhdar kir'
Etîketan:
bêxemî û berpirsiyariya hikûmet û dezgehên fermî, bûyerên kuştina jinan, hewldana erênî, parastina jinan, madeyên hişber û alkol, bûyerên civakî, geşt û seyran, tundiya li dijî jinan, çalakvana mafên jinan, Rêxistina Hîwa, Sirûd Mihemed Falih, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de