18:45 26 Gulan 2018
Edhem Barzanî

Edhem Barzanî: ‘Gendeliya li Kurdistanê derketiye asta talankirinê’

© Foto: RojNews
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî nûçeya televîyona fermî ya Îranê SAHAR TVyê endamê berê yê Desteya Serokatiyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Edhem Barzanî daxuyandiye ku asta gendeliyê ya li Kurdistanê derbasî talankirinê bûye û qeyrana aborî jî encameke vê talanê ye.

Hewlêr – Edhem Barzanî derbarê bernameya çaksaziyê ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de axivî û got: ‘Destê tevahiya berpirs û rayedarên di nava gendeliyê de heye ku êdî vegeriyaye cureyekî talankirinê.’

Barzanî derbarê çareseriya vê gendeliyê de jî wiha got: ‘Ji bo astengkirina vê gendeliyê divê şoreşeke exlaqî pêk were û raya giştî bi awayekî gelemperî nerazîbûna xwe nîşanî vê talankirinê bide.’

Derbarê siyaseta rastîn û siyaseta li ser kaxezê ya Kurdistanê de Barzanî bal kişande ser kursiyên partiyên siyasî yên Parlamentoya Kurdistanê û got: ‘Li Parlamentoyê 24 kursî aydî Tevgera Goran in û 18 kursî jî aydî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ne; lêbelê di nava rêveberiyê de desthilatdariya YNKê ji ya Goranê zêdetir e. Di rastiyê de ji bo wergirtina encameke erênî divê tevahiya partiyên siyasî beşdarî bernameya çaksaziyê bibin.’

Hêjayî gotinê ye ku Edhem Barzanî serok û damezrînerê rêxistina çekdar a bi navê Hizbullaha Kurdistanê bû ku heyama Sedam Hisên hatibû avakirin û piştî hilweşîna rejîma Beasê tevî refên PDKê bibû.

Bi heman mijarî:

Li navçeya Sûra Amedê şer giran bû: Leşkerek hat kuştin
Ciwanên Kurdistanê jî got “serxwebûn”
Rûsya, cihê xwe yê zîrweyê ji Koreya Bakûr re hişt
Erdogan: ‘Terorî ji terefê kî were kirin terorî ye'
Komîsyona Çandiniyê ji Parlamentoya Kurdistanê xwest ku dest bi civînan bike
Li AKPê erdhejeke bi lerza 4 dereceyan
Etîketan:
encama erênî, nerazîbûna gelemperî, şoreşa exlaqî, talankirin, gendelî, partiyên siyasî, bernameya çaksaziyê, raya giştî, Hizbullaha Kurdistanê, Desteya Serokatiyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goranê, Parlamentoya Kurdistanê, Edhem Barzanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de