03:18 24 Sibat 2018
Zindî
    DYA-Iraq

    MEXMÛR - Artêşa Iraqê derbasî sînor bû!

    © AP Photo/ Hasan Jamali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Artêşa Iraqê, ji bo operasyona kontrolkirina Mûsilê bi 168 otomobîlên derbasî Mexmûre bûn. Hat gotin ku, ev hêza Iraqê li Mexmûrê bi Ala Kurdistanê pêşwazî li wan hat kirin.

    Mexmûr — Artêşa Iraqê li ser şandina leşkeran û otomobîl û wesayitên leşkerî ber bi navçeya Mexmûrê berdewam e û êvariya îro jî 168 otomobîlên leşkerî yên Artêşa Iraqê gihîştin Mexmûrê.

    Beşek din a Firqeya 15 a Artêşa Iraqê bi wesayitên xwe yên leşkerî gihîştin navçeya Mexmûrê, ku di bin desthilata Hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.

    Li Mexmûrê hat ragihand, ku yekîneyên ser bi Firqeya 15 a Artêşa Iraqê ji saet 06:00ê sere sibehî ve birêketibûn û piştî 12 saetan êvariya îro gihîştin Mexmûrê.

    Herwiha yekîeneyên pûçkirina bombe û mînan, yekîneya îstixbaratê û tîmên geryanê di nav wê hêzê de ne.

    Hatina wan hêzên Iraqê bi mebesta beşdarîkirin di operasyona kontrolkirina bajarê Mûsilê de û rizgarkirina wê ji destê çekdarên DAIŞê ye.

    Roja 9ê sibatê jî hêzeke mezin a Artêşa Iraqê bi Fermandeyiya Operasyona Nenewayê derbasî navçeya Mexmûrê bibû.

    Pêştir Serpireştê Eniya Mexmûr-Guwêr Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihandibû: "Hatina wê lîwaya ser bi Fermandeyiya Operasyona Neynewa bi hevrêziya ligel Pêşmerge bûye û piştî çend civînan bi amadebûna nûnerê Amerîka rê bi derbasbûna wan hêzan hatiye dan."

     

    Bi heman mijarî:

    MEXMÛR - Bombebarana li dijî DAIŞê dest pê kir!
    MEXMÛR -Amerîkayê û Pêşmerge bi hevra li DAIŞê xistin
    MEXMÛR - Li ser DAIŞê bombebaran: 21 kuştî
    Operasyona hewayî ya li ser Mexmûr û Guwêrê: 6 kuştî
    MEXMÛR - Operasyoneke mezin dest pê kir: 14 kuştî hene
    Etîketan:
    kurd, Kurdistan, arteşa ıraqê, DAIŞ, Sîrwan Barzanî, mexmûr, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de