01:33 20 Tebax 2017
Zindî
    Karkerên elektrîkê

    Li Kerkûkê êriş: 3 karker hatin kuştin

    © Foto: RojNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Li gorî nûçeya RojNewsê, îro serê sibehê 3 karkerên cêranê ji bajarokê Taze ya Kerkûkê vedigeriyan malên xwe û li ser rê hatin kuştin.

    Kerkûk — Berpirsê Ragihandinê yê Navenda Elektrîkê ya Tazeyê Cewdet Esafî daxuyand ku îro serê sibehê 3 karkerên cêranê ji bajarokê Tazeyê yê Kerkûkê vedigeriyan malên xwe rastî êrîşa çekdarî hatin.

    Cewdet Esafî diyar kir ku her 3 karker xelkê navçeya Xurmatûyê bûne ku di vegera malê de ji aliyê çend çekdarên nenas ve hatin gulebarankirin û li cihê bûyerê jiyanên xwe ji dest dane.

    Berpirsê Ragihandinê Esafî got ku her sê kesên qetilkirî karkerên cêranê yên beşa şevê bûne, polêsên Xurmatûyê cenazeyên wan rakirine Nexweşxaneya Xurmatûyê û kesên êrişkar jî ji cihê bûyerê reviyane.

    Bi heman mijarî:

    PJAK: ‘Tirkiyayê 3 gerîlayên me kuştin’
    Ji Aysel Tugluk re 10 meh cezayê girtinê
    Barzanî û Ebadî li Almanyayê civiyan
    Medvedev, peyva ‘Dibe şerekî nû yê cihanê derkeve'negotiye
    26 kesên li Kolana Bostanciyê jî hatine înfazkirin!
    Etîketan:
    kesên êrişkar, kesên qetilkirî, çekdarên nenas, êrîşa çekdarî, karkerên cêranê, cihê bûyerê, Nexweşxaneya Xurmatûyê, Navenda Elektrîkê ya Tazeyê, Cewdet Esafî, Xurmatû, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de