04:50 22 Hezîran 2018
HPG

HPG: ‘Ji bo parastina Kerkûk û Kurdistanê em beşdarî operasyona Mûsilê dibin’

© Foto : Lekolîn
Kurdistan
Lînkê kurt
0 41

Li gorî nûçeya DIWAROJê Berpirsê Şengalê yê HPGê eşkere kir ku ew dê beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin û sedema vê beşdariyê jî wekî parastina Kerkûk û Herêma Kurdistanê nîşan da.

Şengal – Fermandarê Şengalê yê Hêzên Parastina Gel (HPG) Egîd Kelarî wiha ragihand: ‘Mûsil di destê DAIŞê de ye û ev rêxistin neyarê gelê meye. Heke li dijî Mûsilê operasyoneke rizgarkirinê dest pê bike, dibe ku DAIŞ êrişê bibe ser Kerkûk û tevahiya Herêma Kurdistanê. Ji bo astengkirina vê rewşa xeternak me biryareke stratejîk daye ku beşdarî vê operasyonê bibin.’

Kelarî sedemeke beşdariya vê operasyonê jî sparte azadkirina kurdên êzidî yên di destê DAIŞê de û got: 'Em wekî Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê xwe berpirsiyarê parastina hemû kurdan dibînin, mafê me ye ku xwîşk û birayên xwe ji destê dijminên mirovahiyê rizgar bikin.’

Berpirsê HPGê diyar kir ku heta niha hevahengiyek di navbera wan û beşdarên din de çênebûye; lêbelê di saeta sifirê ya operasyona rizgarkirina Mûsilê de ew dê jî amade bin û berjewendiyên gelê kurd biparêzin.

Bi heman mijarî:

Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal ji wezîfeyê hat hildan
Berdevkê Pêşmerge: ‘Gelê Kurdistanê daxwaza welatekî serbixwe dike'
Li Nisêbînê 2 rojnameger hatin binçavkirin
Li Munîxê hevdîtina Barzanî û Partiya CDUyê dest pê kir
Aldar Xelîl: ‘Hatina heyeta Amerîkî tê wateya naskirina PYDê'
Yaşar Yakiş: ‘Artêşa Tirkiyayê bi kurdan nikare, dê çawa têkeve Sûriyayê’
Etîketan:
berjewendiyên gelê kurd, saeta sifirê yê operayonê, dijminên mirovahiyê, biryara stratejîk, astengkirina rewşeke xeternak, operasyona rizgarkirina Mûsilê, Hêzên Parastina Gel (HPG), Egîd Kelarî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de