04:51 22 Hezîran 2018
Helgurd Hikmet

Berdevkê Pêşmerge: ‘Gelê Kurdistanê daxwaza welatekî serbixwe dike'

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Berdevkê Wezareta Peşmêrge yê Herêma Kurdistanê Helgurd Hikmet diyar kir ku gelê Kurdistanê hêvî û daxwaza welatekî serbixwe dike. Hikmet diyar kir ku em ê Kurdistanê ji rêxistina terorîst ya DAIŞê paqij bikin.

Hikmet Durgun

Hewlêr — Berdevkê Wezareta Peşmêrge yê Herêma Kurdistanê Helgurd Hikmet derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û şerê bi DAIŞê de agahiyên taybet dane nûçegihanê ajansa Spûtnîk Kurdistanê diyar kir ku ji sedî 5ê axa Kurdistanê di destê DAIŞê de maye û em ê wê jî ji destê wan derxînin.

Heta niha hezar û 345 Pêşmerge şehîd bû

Hikmet di axaftina xwe ya taybet ji bo Spûtnîkê de got: ‘ Niha li Herêma Kurdistanê 160 hezar Pêşmerge heye û di şerê DAIŞê de heta niha me hezar û 345 Pêşmerge şehîd bûn, nêzî 8 hezar jî birîndar bûne û 62 Pêşmerge jî windayî ne. Di şer de me gelek terorîstên DAIŞê girtin û me şandin dadgehê.'

Alîkariyên koalîsyonê kêm in

Helgurd Hikmet di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Şerê bi DAIŞê re wekî berê ne zêde ye, lê li gelek cihan hê jî îhtîmala şer heye. Ji sedî 5ê axa Kurdistanê di destê DAIŞê de maye û demeke nêz de em ê wê jî rizgar bikin.Lê alîkariyên koalîsyonê kêm in. Êdî bi temamî derxistina DAIŞê ji nav axa Kurdistanê hêsan bûye.'

Leşkerên tirkî li Başîqayê nayê xwestin

Hikmet di dirêjiya axaftina xwe de behsa leşkerên tirkî yên Başîqayê kir û got: ‘ Em leşkerên Tirkiyeyê li herêma Başîqayê naxwazin. Hê jî di nava me û artêşa Iraqê de pirsgirêk hene, di mijara çekan de ji Pêşmerge re nabin alîkar. Em hêvî dikin ku kêlîk berî kêlikekê pirsgirêk werin çareserkirin.'

Pêşmerge daxwaza Kurdistana serbixwe dike

Berdevkê Wezareta Pêşmêrge Hikmet di dawiya axaftina xwe de got: ‘ Hêzên Pêşmerge daxwaza Kurdistaneke serbixwe dikin. Salên borî jî referandumeke ne fermî ji bo serxwebûnê hat kirin. Gelê Kurdistanê hêvî û daxwaza welatekî serbixwe dike. Jixwe hikumeta Iraqê ji hêla siyasî û ekonomîkî ve tu tiştekî nake. DAIŞ şerê me dike û hikumeta Iraqê tu alîkariya me nekir. Mafê Pêşmerge dahî nade. Her wiha kî li dijî DAIŞê şer bike em vê baş dibînin. Rûsya jî li dijî DAIŞê şer dike û tiştekî baş e, divê herkes li hemberî terorîzmê tekoşînê bide.

Bi heman mijarî:

Oktay Vural:‘Kî Pêşmerge şand Kobanî?'
Komek Pêşmerge ji bo nerazîbûna xwe bidin nîşandan rê girtin
Iraq: 'Em miaş jî nadin Pêşmerge, serfermandariya artêşê jî teslîmî kurdan nakin'
Hikumeta Belçîka 41 kamyon alîkarî ji Pêşmerge re dişîne
Amerîka 370 leşkerên xwe ji bo alikariya Pêşmerge rê dike
Etîketan:
Wezareta Peşmêrge ya Herêma Kurdistanê, Artêşa Iraqê, Hêza Hevpeyman, DAIŞ, Helgurd Hikmet, Hewlêr, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de