03:58 23 Hezîran 2018
Êzidiyên dîl

50 kesên dîl ji destê DAIŞê reviyan

© Foto : AA/ Özgür Ayaydın
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Îro zêdetirî 50 kesên dîl ji destê terorîstên DAIŞê reviyan û xwe gihandin cihên di bin kontrola Hêzên Pêşmerge yên li sînorê navçeya Mexmûrê de.

Hewlêr — Çavkaniyekî ji Hêza Pêşmerge ragihand, îro berê sibê hejmarek malbatên ereb ji sînorê di bin desthilata çekdarên DAIŞê de reviyan, ku hejmara wan zêdetirî 50 kesan e.

Heman çavkaniyê got, ku di nav kesên ku reviyane jin û zarok jî hene û wan xwe gihandiye cihên di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de. Kesên ku reviyane xelkê gundên rojava û başûrê Mexmûrê ne û di dema revê de bombeyên vedayî bi wan ve teqiyane.

Piştre çekdarên DAIŞê ew dane ber guleyan û di encamê de çend kes hatine kuştin û çend jî birîndar bûne.

Li gorî heman çavkaniyê, di encama van bûyeran de 11 kes birîndar bûne û zarokek keç a 3 salî jî ku birîna wê giran bûye, jiyana xwe ji dest daye.

Bi heman mijarî:

‘Mebesta Tirkiyeyê ya li Sûriyê DAIŞ na, PYD bû!'
Fermandara YPJê: ‘DAIŞ, artêşa miriyên zindî ye'
DAIŞ li Rojava û Sûriyeyê 3 hezar û 895 kesan îdam kirine
DAIŞ ji bo şerê Mûsilê zarokên xwekuj perwerde dike
DAIŞ, li Rûsya û Ewropayê plana êrişên terorî dike
Etîketan:
DAIŞ, Hêza Pêşmerge, Mexmûr, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de