06:14 24 Hezîran 2018
YNK

YNKê piştgiriya referanduma Kurdistanê kir

© Foto: PUK MEDIA
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

YNKê piştgiriya xwe ji bo li dar xistina referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê ragihand.

Silêmanî — Polîtburoya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) bi serpireştiya Alîkarê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî û bi amadebûna Alîkarê Duyem ê Sekreterê YNKê Berhem Salih û hemû endamên polîtburoyê civînek li dar xistin.

Li gorî medyaya fermî ya YNKê di civînê de gotûbêj li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê hat kirin û behsa kirîza darayî, arîşeyên niha yên çaresernekirî yên Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokatiya Parlamentoyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û mijara referandumê hat kirin.

Polîtburoya YNK di daxuyaniyê de ragihand: ‘YNK herdem ligel mafê çarenivîsa netewa me ye, ji ber wê jî em tekez dikin ku di rewşek guncaw de em li Kurdistanê referandumê bi mafê demokrasî û yasayî yê gelê xwe dizanin.'

YNK her wiha dibêje: ‘Em li benda gelên Ereb, Tirkman û xelkê din ên Iraqê û herêmê ne jî, di bi dest xistina vî mafî de piştgîriyê bidin gelê Kurdistanê.'

Bi heman mijarî:

YNK ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê: ‘Erê, lêbelê ...’
YNK, Goran, Komele û Yekgirtû li Silêmaniyê dicivin
YNK: ‘Mela Bextiyar, Demirtaş û Muslim dê li Îtalyayê bicivin’
Naveroka civîna YNK û PDKê eşkere bû
YNK: 'Divê hemwelatiyê kurd baca nakokiyên siyasî nede'
Etîketan:
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Berhem Salih, Kosret Resûl Elî, Silêmanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de