13:46 18 Kanûn 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî û Thorsten Schafer-Gumbel

    Barzanî: ‘Em sipasiya Almanyayê dikin ku ... ‘

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel Cîgirê Serokê Fraksiyona Partiya Sosyaldemokrat li Parlamentoya Almanyayê Thorsten Schafer-Gumbel û şandeya pê re civiya.

    Hewlêr – Di civîna Nêçîrvan Barzanî û Thorsten Schafer-Gumbel de rewşa Kurdistanê û pêwistiyên wê hatin rojevê.

    Barzanî şabûna xwe bi serdana şandeya Almanyayê nîşan da; sipasiya gel, hikûmet û Parlamentoya Almanyayê kir û got: ‘Almanyayê di warê leşkerî, mirovîn û dermankirina pêşmergeyên birîndar de alîkariyeke xurt da Kurdistanê. Herwiha ji bo derxistina qurbaniyên di destê terorê û nasandina karesata kurdên êzidî wekî “komkujî”yê de jî alîkariya Herêma Kurdistanê nayê jibîrkirin.’

    Serokwezîr ji şandeya mêvan re behsa rewşa Kurdistanê û sedemên krîza aborî  kir û got: ‘Ji bo derbaskirina vê krîzê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bernameyeke çaksaziyê daye destpêkirin û di vî warî de pêwistî bi alîkariya navneteweyî heye. Ji bo me alîkariyên di warê şarezayî û pisporiyê de pir girîng in.

    Barzanî behsa rewşa siyasî ya herêma Kurdistanê jî kir û got: ‘Ji aliyê saziyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ve komîteyeke taybet hatiye avakirin ku karê Parlamento û Hikûmetê bimeşîne. Em hêvîdar in tevahiya pisgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin û yekdengiyek çêbe.’

     

    Bi heman mijarî:

    Salih Muslim: 'Cudabuna kurdan ne di berjewendiyên kurdan de ye'
    Qedrî Cemîl: ‘Sedema rawestandina civînên Cenevreyê ne Rûsya ye'
    WERGER JI WÊJEYA CÎHANÊ - Lê dayê, bê lê da û simbilê me şikênand...
    Li Wanê 10 kes hatin binçavkirin
    YPGê, balafirxaneyeke leşkerî bi dest xist
    Li Nisêbînê êriş: 2 tîmên taybet giran birîndar bûn
    Balafirên şer ên Tirkiyeyê îro dîsa kampên PKKê bombebaran kirin
    Etîketan:
    pisgirêkên navxweyî, komîteya taybet, saziyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, bernameya çaksaziyê, rewşa Kurdistanê, nasandina Komkujiya Êzidiyan, serdana şandeya Almanyayê, bi yekdengî, sedemên krîza aborî ya Kurdistanê, Parlamentoya Almanyayê, Thorsten Schafer-Gumbel, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de