01:08 24 Mijdar 2017
Zindî
    Xwepêşandana Hewlêrê ya şermezarkirina Tirkiyayê

    Li Hewlêrê kurdan Tirkiya şermezar kir û mudexeleya navneteweyî xwest

    © Foto: Evrensel
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5120

    Li gorî nûçeya Rûdaw û DIHAyê girseyek li ber derê Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY)ya li Hewlêrê kom bûn. Çalakvanan hem dixestin ji bo rawestandina êrişên Tirkiyayê yên li dijî bajarên kurdan daxwaznameyekê bidin NY hem jî 15ê Reşemiyê, roja girtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan protesto bikin.

    Hewlêr — Li Hewlerê girseyeke kurdên Wargeha Mexmûrê ya bi navê “Wargeha Şehîd Rustem Cûdî” çalakiyeke protestoyî li ber avahiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li dar xist û Asayişa Hewlêrê jî tedbîrên ewlehiyê girtin.

    Çalakgeran dixwest ku daxwaznameyekê bidin NY da ku mudaxeleyî rewşa bajarên kurdan bike û êrişên dewleta Tirkiyayê bide sekinandin; lêbelê hêzên Asayişê ew asteng kirin.

    Piştî devjeniyeke biçûk çalakgeran sefên Asayişê qelaştin û berê xwe dan avahiya Nûnertiyê. Di vê navberê de Peyamnêra Rûdawê Kurdistan Hesen jî weşana zindî radigihand ku bi dijwarî ji nav dest û piyên çalakger û polêsan derket.

    DIHAyê ragihand ku di encama vê çalakî û astengkirinê de serê jinekê û destê jinekê şikiyane; lêbelê qala birîndarên Asayişê nekir. Herwiha Rûdawê jî ragihand ku 3 endamên hêzên Asayişê birîndar bûne; lê qala birîndarên sivîl nekir.

    Li gorî agehiyên berdest çalakî, xwepêşandan û astengkirin berdewam e.

    Kanala televîzyonî ya NRTê jî ragihand ku di vê çalakiyê de hêzên Asayişê gule teqandine û hişyarî dane çalakgeran ku dawî li xwepêşandanê bînin.

     

    Bi heman mijarî:

    Artêşa tirk êrişî gundekî Efrînê kir
    Diya Esad jiyana xwe ji dest da
    EYE: Em amadene ku leşkeran bişînin Sûriyê
    OSP: 'PKK dikare bi tenê jî rêya siyasetê veke û şer bi de sekinandin'
    ‘Gelê Sûriyeyê bi saya operasyonên Rûsyayê baweriya xwe bi serkeftinê anî'
    'Amedspor: Yan em ê maçê nelîzin yan jî li stadyûmê çalakiyê li dar bixin'
    YPGê nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kir
    Li Hezexê amadekariya êrişan: Ji mamosteyan re peyam hat şandin!
    Etîketan:
    hejmara birîndaran, çalakger û polês, mudaxeleya NY, rewşa bajarên kurdan, daxwazname, tedbîrên ewlehiyê, çalakiya protestoyî, xwepêşandana protestoyî, çalakî, weşana zindî, Hêzên Asayişa Hewlêrê, Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê, Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, Wargeha Mexmûrê, Kurdistan Hesen, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de