02:36 13 Kanûn 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Civîna Barzanî û aliyên siyasî hat paşxistin

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê ji bo cara duyemîn li ser kirîza serokatiyê û referandûmê bi partiyên siyasî re biciviya lê ew civîn hat paşxistin.

    Navenda Nûçeyan — Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel aliyên siyasî daxuyanî da.

    Li gor daxuyaniya Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê civîna navborî ser daxwaza Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hatiye paşxistin.

    Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin, civîna Mesûd Barzanî li gel aliyên siyasiyan ku biryar bû sibê bê kirin, li ser pêşniyara YNKê heta demeke din hate paşxistin.

    Herwiha hatiye gotin ku mebesta vê paşxistinê ewê ku derfet bidin aliyên siyasiyan da ku zêdetir guftûgo û danustandinê di navbera xwe de bikin.

    Bi heman mijarî:

    YPG: ‘Êrişên arteşa Tirkiyeyê dewam dikin'
    Li Kerkûkê 27 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    Meha borî 134 kurd di riya koçberiyê de xeniqîne
    HSD ji bo rizgarkirina Minbicê amadekariyan dike
    Li Cizîrê heya niha 17 birîndar hatine kuştin
    Leşkerên tirk 2 kurdên Rojava kuştin
    Etîketan:
    aliyên siyasî, paşxistin, civîn, YNK, Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de