08:30 13 Kanûn 2017
Zindî
    YPG

    HSD ji bo rizgarkirina Minbicê amadekariyan dike

    © Foto: pukmedia
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 31

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê ku dikeve rojavayê Çemê Firatê amadekariyan dike.

    Li gorî malpera Welatî HSD beşekî mezin ji hêza xwe ya li Cizîr û Kobanê ber bi bendava Tişrînê ve biriye û ji bo rizgarkirina wê bajarê amadekariyên xwe dike.

    Balafirên şer ên Hêzên Hevpeyman bi tundî çeper û baregehên DAIŞê ya li wê bajarê û derdora bajarê bombebaran dikin.

    Herwiha DAIŞê jî terorîstên xwe yên biyanî ber bi bajarê Reqayê ve birine û bi tenê terorîstên xwe ku ji xelkê wê herêmê pêhatine li Minbicê hiştine.

    Piştî ku HSD gundên derdora bendava Tirştînê bi alikariya balafirên Hêzên Hevpeyman rizgar kirin. Niha 10 kîlometro durî bajarê Minbiçê ye.

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê Sûriyeyê: ‘PYD ne rêxistineke terorîst e'
    YPG ji operasyona Cerablusê re amade dibe
    YPG 2 gundên li Efrînê ji terorîstan rizgar kir
    FLAŞ - YPG: "Tirkiye terorîstan derbasî Suriyeyê dike"
    John Kirby: YPG, hêzeke gelekî bi bandor e
    Etîketan:
    amadekarî, minbicê, rizgarkirin, Kobanî, Cizîr, Bendava Tişrîn, Hêzên Sûriyaya Demokrat (HSD), Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de