10:09 13 Kanûn 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî peyama sersaxî ji Talebanî re şand

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, sersaxî ji Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî re şand ji ber wefata birayê wî Şêx Cengî Talebanî.

    Navenda Nûçeyan — Birayê mezin yê Talebanî, Şêx Cengî Talebanî roja 4ê vê mehê di temenê 92 saliyê de li bajarê Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da û 5ê Sibatê jî li bajarê Koyê hat veşartin.

    Nameya sersaxiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku ji Talebanî re şand bi vî awayî ye.

    ‘Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan,

    Birayê birêz cenabê Mam Celal,

    Mixabin xebera wefata birayê we yê mezin kak Şêx Cengî Talebanî gihîşt me. Ez bi vê helkeftê, sersaxiyê ji we û malbata rehmetî re û hemû xizm û mirovên we re dixwazim û hevxemiya xwe tînim ziman.

    Ez ji Xwedeyê Mezin dixwazim giyanê kak Şêx Cengî bibe ber dilovaniya xwe û aramiyê bide her kesî.'

    Bi heman mijarî:

    Jiyan li Kurdistan 40 hezar sal berê dest pê kiriye
    Senatorên Amerîkayê: ‘Bila Amerîka alikariya pereyan bide Kurdistan'
    Gundî û rayedarên Qendîlê: 'Kurdistan çima li hemberî bombebarana Tirkiyayê bêdeng e?'
    Serxwebûna Kurdistan di rojeva Rûsyayê de ye
    KURDISTAN - Bîlançoya mehekê ya Duhokê: 10 mirî û 94 birîndar
    Etîketan:
    Celal Talebanî, Mesûd Barzanî, Cengî Talebanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de