07:35 21 Tebax 2017
Zindî
    Claudia Roth digel Qubad Talebanî

    Şandeya almanî û kurdistanî civiyan

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2801

    Cîgira Serokê Parlamentoya Almanyayê Claudia Roth digel Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Qalebanî civiya û diyar kir ku Pêşmerge li dijî rêxistineke dirinde şer dike.

    Hewlêr – Di civînê de Qubad Talebanî mijarên wekî qeyrana darayî Kurdistanê, biryarên Desteya Wezîran a ji bo çareserkirina qeyranê, reforma hevsengiyê ya derhat û derçûyan, pirsgirêka şefafiyetê ya têkildarî petrolê ji Claudia Roth û şanda almanî re şîrove kirin.

    Claudia Roth piştî guhdarîkirina şîroveyên Talebanî diyar kir ku divê alîkariya ji bo Kurdistanê berdewam bike; ji ber ku Pêşmerge û kurd niha li dijî dijminê herî mezin ê cîhanê şer dikin.

    Di beşeke civînê de Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî axivî û got: ‘Rêveberiya Kurdistanê ji bo alîkariya leşkerî û mirovîn a Almanyayê sipasiyên xwe pêşkêş dike. Kurdistan îro milyonek û 800 hezar koçber û penaberî diêwirîne. Em bangî welatên dost û hevalbend dikin ku alîkariya darayî bidin Kurdistanê.

    Di dawiya civînê de şandeya kurdistanî û almanî gihiştin wê encamê ku divê Kurdistan bi yekrêzî û yekdengiyê vê qeyranê derbas bike û berjewendiyên neteweyî bide pêşiya berjewendiyên kesane.

    Bi heman mijarî:

    Li Cîhanê hejmara leşkerên peretî gelek zêde bûne
    Bayik: ‘Cêrê avê di riya avê de dişikê, wê Erdogan têk biçe'
    Yakûtîstan xelata Oskarê dide Leonardo DiCaprio
    STENBOL - Li dijî wesayîta polêsan êriş
    Li Stenbolê bi 15 hezar polêsan operasyon!
    Spûtnîk ketiye hedefa lobiya şer: Çerxa propexandeyê li dijî Kremlînê çawa dizîvire?
    Di 2yemîn şerê Cîhanê de xala werçerxê: ‘Şerê Stalîngrad ê'
    Etîketan:
    pirsgirêka şefafiyetê ya têkildarî petrolê, reforma hevsengiyê ya derhat û derçûyan, qeyrana Kurdistanê ya darayî û aborî, biryarên Desteya Wezîran a Kurdistanê, şandeya almanî, şandeya kurdistanî, bi yekrêzî û yekdengiyê, berjewendiyên neteweyî, li dijî dijminê herî mezin ê cîhanê, alîkariya leşkerî û mirovîn, pirsa koçber û penaberan, welatên dost û hevalbend, alîkariya darayî, Sefîn Dizeyî, Claudia Roth, Qubad Talebanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de