11:08 17 Tebax 2017
Zindî
    Şêrzad Adil Êzdî

    Şêrzad Adil: 'Neyarên kurdan dixwazin ku Lozanê dubare bikin'

    © Sputnik/ via file
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2101

    Li gorî nûçeya DIWAROJê, Nûnerê Xweseriya Demokratîk a Kantonên Rojava Şêrzad Adil Êzidî derbarê civîna Cenevreyê ya sêyem de gotiye: ‘Dixwazin ku Rêveberiya Xweser beşdar nebe û Lozaneke din dubare bikin.’

    Hewlêr – Biryar e ku Civîna Cenevreyê ya Sêyem 25ê Reşemiya 2016an li dar bikeve. Dewletên ku li dijî şadimaniya kurdan dixebitin jî naxwazin desthilatdarên kurdan beşdar bibin; lewre hewl didin ku hinek hevalbendên xwe yên kurdnijad beşdarî civînên muxalefeta Sûriyayê bikin.

    Şêrzad Adil Êzidî diyar kir ku Tirkiya naxwaze ku desthilatdarên kurd ên Rojava beşdarî civîna Cenevreyê ya sêyem bibin; lewre hinek hevalbendên xwe yên kurdnijad beşdar dike ku lîstika Lozanê dubare bike.

    Êzidî derbarê hewldanên dûrxistina PYDê ji civîna Cenevreyê de wiha got: 'Neyarên kurdan naxwazin ku kurd bi mafên xwe şad bibin; lewre bi her awayî beşdariya desthilatdarên kurd asteng dikin.

    Derbarê qebûlkirina hinek endamên ENKSê û redkirina PYDê de jî wiha got: ‘Hinek neyarên kurdan beşdariya ENKSê qebûl dikin ku wan li dijî kurdan bi kar bînin. Birastî hîç roleke van kesan li Rojava nîn e; lêbelê ji bo dijayetiya PYDê tên sorkirin.

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Ewropayê qirkirina Kurdên Êzidî nas kir
    Bajarên kurdan koç dikin
    Rûsya: ‘Tirkiye amadehiya leşkerî ya midexaleya Sûriyeyê dike'
    Seroka DIKADê: ‘Maseya dîyalogê ya vê carê dê ji ya berê berfirehtir be’
    Şîroveya hikumeta AKPê ya referanduma Kurdistanê: ‘Dewletokên nû'
    Li Cizîrê şer: Tîmekî taybet hate kuştin!
    Ji Demirtaş bangewaziya ji bo çalakiyan!
    Etîketan:
    neyarên kurdan, desthilatdarên kurdan, li dijî şadimaniya kurdan, muxalefeta Sûriyayê, Nûnertiya Xweseriya Demokratîk a Kantonên Rojava, Şêrzad Adil Êzidî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de