22:14 17 Tebax 2017
Zindî
    Balafira şer F-16 a Tirkiyayê

    F-16ên Tikiyayê 2 gundên Kurdistanê bombebaran kirin

    © Flickr/ Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6403

    Li gorî nûçeya DIWAROJê îro saet 11ê berî nîvro êriş birine ser baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li geliyê Harîna ku dikeve ber sînorê bajarê Zaxoyê.

    Zaxo – Balafirên Tirkiyayê yên F-16an bi bihaneya hêzên PKKê êriş birin ser geliyê Harînayê û derdorên gundên Zirhewa û Zînava bi dijwarî topbaran kirin. Ji ber van êriş û topbaranan şêniyên her du gundan malên xwe hiştin û ber bi Zaxoyê koç kirin.

    Şêniyekî gundê Zirhewa Mihemed Salih daxuyand ku li Harînayê ziyaneke madî bi baregehên PKKê ketiye; lêbelê derbarê ziyanên giyanî de agehî nehatine bidestxistin.

    Hate ragihandin ku ziyaneke giyanî negihiştiye şêniyên van gundên ku îro rastî êrişa balafirên Tirkiyayê hatine.

    Hêjayî gotinê ye ku piştî şer û pevçûnên li hinek bajarên kurdan di navbera hêzên kurd û tirk de balafirên Tirkiyayê êrişên xwe yên li dijî Kurdistanê zêde kirine.

    Bi heman mijarî:

    Li Nisêbînê êrişa bi roket
    CİZÎR - Davutoglu ji bo birîndaran talîmat da!
    Erdogan gilî li xizmê leşkerekî kuştî kir
    Amerîka 370 leşkerên xwe ji bo alikariya Pêşmerge rê dike
    Netewên Yekbûyî wê heyetek bişîne Cizîrê
    Balafirên artêşa tirk, Herêma Kurdistanê bombe dike!
    Pûtîn, bi dostê xwe Kissinger re hat cem hev
    Etîketan:
    ziyana malî, ziyana giyanî, êriş û topbaran, şer û pevçûn, Mihemed Salih, Geliyê Harînayê, Zînava, Zirhewa, Zaxo, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de