02:25 17 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerê tirk

    Leşkerên tirk li Başîkayê 3 welatiyên kurd kuştin!

    © AFP 2017/ ARIS MESSINIS
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 339003

    Hat ragihandin ku li Başîkayê 3 welatiyên kurdên şebek di encama topbarana artêşa tirk de jiyana xwe ji dest daye.

    Başîka - Li gorî nûçeya Roj Newsê berpirsê YNKê yê herêma Mûsilê Xeyas Sûrçî ragihand ku leşkerên tirk li gundê Faziliyê ku girêdayê Başîkayê ye topbaran kirine û di encamê de 3 welatiyên ji yek malbatê ne û kurdên şebek in hatine kuştin.

    Di nûçeyê de hat gotin ku di encama topbarana leşkerên tirk de gelek gundiyên Faziliyê jî birîndar bûne.

    Derbarê nasnameyên welatiyên ku hatine kuştin û birîndarkirin de tu agahî bi dest neket.

    Bi heman mijarî:

    Serxwebûna Kurdistan di rojeva Rûsyayê de ye
    Zarokê ku polêsan birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
    Rûsya: ‘Leşkerêkî me li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da'
    Lavrov: ‘Em şirikatiya sûcî ya Tirkiyeyê bi terorîstan re ji bîr nakin'
    YPG 2 gundên li Efrînê ji terorîstan rizgar kir
    Etîketan:
    Başîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de