19:49 18 Hezîran 2018
Şanda Kurdistanê digel Frank Baker

Brîtanya: 'Em piştgiriyê didin diyaloga Hewlêr û Bexdayê'

© Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Şandeya Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya serdanên xwe yên li Bexdayê de bi Balyoz û berpirsên Balyozxaneya Brîtanyayê ya li Iraqê re civiyan.

Bexda – Duh roja yekşemê (31.01.2016) Şandeya Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li paytext Bexdaya Iraqê bi Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Frank Baker re civînek li dar xist.

Di civînê de Şandeya Herêma Kurdistanê ji Balyozê Brîtanyayê re qala mesrefên şerê li dijî DAIŞê, hejmara zêde ya koçber û penaberên li Kurdistanê êwirandî û qeyrana aborî ya Kurdistanê kir; herwiha encamên civînên xwe yên digel mezin û berpirsên hikûmeta Iraqa federal jî pê re hatin parevekirin. 

Şandeya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Hewlêr û Bexdayê li ser çend xalan li hev kiriye ku li dijî DAIŞê bi hevahengî şer bikin; herwiha mijarên nîqaşbar bi riya diyalogê çareser bikin.

Balyozê Brîtaniyayê jî piştgirî da berdewamiya diyalog û danûstandinên Hewlêr û Bexdayê; herwiha diyar ku ew dê pirsgirêkên Kurdistanê ji meqamên brîtanyayî û civaka navneteweyî re ragihîne da ku bi Kurdistanê re hevkariyê bikin, barê qeyrana aborî siviktir bikin.

Bi heman mijarî:

Raporta MAZLUMDERê: ‘50 hezar kesên sivîl Sûr terikandin û çûn’
Li Şirnexê pevçûnên dijwar!
Qeyda dengê dawî yê ji bodrûma wehşetê hat parvekirin
Ji Pûtîn bo arîzekirinê talîmat: ‘Bila peymanên veşartî û offshore tunebin'
Kameramanê ÎMCê Refîk Tekin serbest hat berdan
Ji 132 rewşenbîr û hunermendan ji bo birîndarên li Cizîrê deklerayon
Etîketan:
meqamên brîtanyayî, mijarên nîqaşbar, hejmara zêde ya koçber û penaberên li Kurdistanê êwirandî, mesrefên şerê li dijî DAIŞê, diyalog û danûstandinên Hewlêr û Bexdayê, civaka navneteweyî, qeyrana Kurdistanê ya darayî û aborî, Frank Baker, Nêçîrvan Barzanî, Brîtanya, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de