15:52 24 Hezîran 2018
Pêşmergeyên xwebexş

8 leşkerên biyanî yên xwebexş, tevlî Hêzên Pêşmerge bûn

© Foto : nerinaazad
Kurdistan
Lînkê kurt
0 11

8 leşkerên biyanî yên xwebexş li Kerkûkê di tekoşîna dijî DAIŞê de, tevlî Hêzên Pêşmerge bûn.

Kerkûk — Li Kerkûkê 8 leşkerên biyanî yên xwebexş ku 5 jê amerîkî, 2 jê frensî û yek jê jî îspanyayî di tekoşîna dijî rêxistina terorîst ya DAIŞê de tevlî Hêzên Pêşmerge bûn û li çeperên pêş cihên xwe girtin.

Leşkerên biyanî yên ku di nava hêzên hevpeyman de bi awayê xwebexş û bêyî muqabeleyekê tevlî Hêzên Pêşmerge bûn û li çeperên pêş cihên xwe girtin.

Cîgirê fermandarê tuxaya 9emîn ya Hêza Pêşmerge Tariq Ehmed Caf ragihand leşkerên biyanî ku bi hezaran kîlometreyan ji dûrahî hatin û tevlî Pêşmerge bûn, em pir kêfxweş in û morale pêşmeryan jî gelekî baş bû.

Caf di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Ji hêla aborî ve em tu alîkariya wan jî nakin, tenê em pêwistiyên wan yên şexsî û hewceyî pêk tînin. Tevlîbûna van leşkerên biyanî vê derdîtine holê ku em di tekoşîn û berxwedana xwe de heq in. Tekoşîna me bi dijminên cihan û însaniyetê re ye.

 

 

Bi heman mijarî:

KURDISTAN - Teqîn: ‘2 mirî 3 birîndar!
KURDISTAN - Ji bo serxwebûnê partiyan piştgirî dan Barzanî
KURDISTAN - Li ser PDKê êriş hat kirin: 5 birîndar...
Kurdistan êrişên Tirkiyayê yên li dijî kurdan şermezar dike
KURDİSTAN - Teqîn: 2 kuştî û 1 birîndar
Etîketan:
DAIŞ, Hêza Pêşmerge, Tariq Ehmed Caf, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de