21:18 18 Sibat 2018
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Barzanî: Bila hikûmeta Bexdayê hevkariyê bike û alîkariyê bide'

    © AFP 2018/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna ligel Serokwezîrê Iraqa Federal Heyder Ebadî de daxwaz ji Bexdayê kir ku berpirsiyariya xwe bi cih bîne.

    Bexda — Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqa Federal Heyder Ebadî re civiya û diyar kir ku dîdar û civînên hevbeş ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de girîng in û divê berdewam bikin.

    ​Barzanî bi minasibeta serkeftina operasyonên rizgarkirina Rumadiyê jî destxweşî li Serokwezîrê Iraqa kir û hêvî xwest ku hevkarî û hevahengiya di navbera Pêşmergeyê Kurdistanê û Arteşa Iraqê de bibe destpêkek ji bo rizgarkirina tevahiya deverên Kurdistan û Iraqê ji bin destê terorîstên DAIŞê.

    ​Serokwezîrê Kurdistanê derbarê krîza darayî û aborî ya li Herêma Kurdistanê de jî wiha got: ‘Tê zanîn ku milyonek û 800 hezar koçber û penaber li Herêma Kurdistanê tên xwedîkirin; vê yekê barê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelekî girantir kiriye. Pêwist e hikûmeta Iraqê ji bo koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê hevkariyê bike û alîkariyê bide.’

    Bi heman mijarî:

    Nasnameyên 2 şervanên YPG/YPJê hatin eşkerekirin
    Wezîrê Dadê, Sariyildiz bi piştgiriya terorîzmê sûcdar kir
    Rûsya: 'Tirkiye, li Sûriyeyê sivîlan dikuje'
    Hewlêr û Bexdayê li hev kir: ‘Bila diyalog berdewam bike’
    Nûnerê Sûriyeyê: ‘PYD ne rêxistineke terorîst e'
    Li dijî wesayîta zirxî êriş: 3 tîmên taybet birîndar in!
    Etîketan:
    êwirandina koçber û penaberan, terorîstên DAIŞê, rizgarkirina tevahiya deverên Kurdistan û Iraqê, hevkarî û hevahengiya di navbera Pêşmergeyê Kurdistanê û Arteşa Iraqê de, dîdar û civînên hevbeş ên di navbera Hewlêr û Bexdayê, Heyder Ebadî, Nêçîrvan Barzanî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de