14:49 18 Hezîran 2018
Şervan Derwîş

Fermandarê YPGê: ‘Me ‘xeta sor' a Tirkiyeyê şikand'

© Foto : Rawshan Khalil
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Berdevkê YPGê Şervan Derwîş diyarkir, ew derbasî rojavayê çemê Firatê bûne û xeta sor a Tirkiyeyê jî şikandine û emê cardin jî bişkînin. Derwîş eşkere kir ku tu pêwendiyên me ya leşkerî bi Rûsyayê re tine ne.

Navenda Nûçeyan — Di derheqê amedekariyên YPGê yên li Rojava ji bo kontrolkirina bajarê Cerablusê, berdevkê fermî yê YPGê ya li Kobanî, Şervan Derwîş ji Radio Rûdawê re axivî.

Hêzên me heta terorîstêkê DAIŞê li axa Kurdistan bimîne, amedene berê xwe bidin wî cihî, lê ew gotinên ku dibêjin dê PYD bi piştevaniya Rûsya êrişê DAIŞê li Cerablusê bikin, ne rast in çimkî tu pêywendiyên me yên leşgerî bi Rûsya re tine ne.

Li ser helwesta Tirkiyeyê ya ji bo çemê firati ku dibêjê: ‘Derbaskirina Çemê Firatê xeta me ya sor e' Şervan Derwîş ragihand ku hêzên YPGê ‘xeta sor' a Tirkiyeyê bi derbaskirina bendava Tişrînê hatiye şakandin û dê li hinek cihê din jî bişkînin.

Herwiha Derwîş got: ‘Nerazîbûna Tirkiyerê li dijî kontrolkirina Cerablusê û rojavayê çemê Feratê, tê wê wateyê ku hikûmeta Tirkiyeyê piştgiriya DAIŞê dike.

Bi heman mijarî:

YPG, amadehiya vekirina korîdora Efrîn û Kobanî dike
YPG ji bo rizgarkirina Cerablusê amadehiyan dike
Mislim: ‘AKP, naxwaze DAIŞ têk here, dibe asteng ji bo ku YPG tev li Cenevreyê nebe'
John Kirby: YPG, hêzeke gelekî bi bandor e
FLAŞ - YPG: "Tirkiye terorîstan derbasî Suriyeyê dike"
Etîketan:
qontrolkirin, Cerablûs, Rojava, Çemê Firatê, Tirkiye, Rûsya, DAIŞ, YPG, Şerwan Derwêş, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de