14:05 18 Sibat 2018
Zindî
    Şanda Kurdistanê digel Heyder Ebadî

    Hewlêr û Bexdayê li hev kir: ‘Bila diyalog berdewam bike’

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Şandeyeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh roja yekşemê (31.01.2016) çû serdana Bexdayê û digel Serowkezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya.

    Hewlêr – Şandeyeke Kurdistanê  bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû serdana Bexdayê û digel Serowkezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya.

    ​Di civîna dualî de Kurdistan ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên, Cîgirê berê yê serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî, Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Kurdistanê Felah Mistefa û Peyvdarê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hate temsîlkirin; herwiha Şanda Iraqî jî ji aliyê Wezîrê Petrolê, Wezîrê Plansaziyê, Wezîrê Avadaniyê hate temsîlkirin.

    Di civîna Şanda Kurdistanî û Serokwezîrê Iraqa Federal de her du alî gihiştin wê encamê ku dîdar, diyalog û hevdîtinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam bikin.

    ​Di civînê de hevkarî û hevahengiya di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate nirxandin; herwiha metirsiya herifîna bendava Mûsilê, şerê li dijî terorê û çareserkirina krîza aboriyê jî hate nîqaşkirin.

    Her du aliyan jî diyar kir ku nizimbûna buhayê petrolê bandoreke xerab li ser aboriya Kurdistan û Iraqê kiriye; lewre divê bernameya çaksaziya aborî berdewam bike û tenê bi firotina petrolê ve pişt neyê girêdan.

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê Sûriyeyê: ‘PYD ne rêxistineke terorîst e'
    Li dijî wesayîta zirxî êriş: 3 tîmên taybet birîndar in!
    NY: ‘Bila êrişa ser sivîlên kurd li Tirkiyeyê were lêpirsîn'
    Rojnamevanê misrî ji nava DAIŞê axivî: ‘Tirkiya alîkarî û perwerdehiyê dide DAIŞê’
    Li paytextê êrişa xwekujiyê: 10 kuştî
    Bajarê 12 hezar salan ‘Heskîf' di bin avê de dimîne
    Etîketan:
    dîdar, diyalog û hevdîtinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Nêçîrvan Barzanî, Heyder Ebadî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de