02:02 19 Hezîran 2018
Salih Mislim

Muslim: ‘Sedema nebeşdarbûna me ne tenê Tirkiyeye'

© Foto : AA/ Mustafa Öztürk
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Salih Muslim îsrarkirina Rûsyayê ya ji bo PYDê ya beşdarî Cenevreyê bibe de got: ‘Her aliyê ku dixwazin çareserî li Sûriyê pêk were divê ji bo beşdarbûna wan îsrar bikin û îsrarkirina Rûsyayê di vê çarçoveyê de ye.

Navenda Nûçeyan — Hevserokê Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD) Salih Muslim derbarê nevexwandina PYDê ya ji bo civîna Cenevreyê de daxuyanî da Radyoya Dengê Amerikayê.

Salih Mislim ragihand ku rola Tirkiyeyê li hemberi wan neyîniye, lê sedema nevexwendina wane Cenevreyê ne Tirkiyeyê ye.

Herwiha Muslim anî ziman her çiqasî rola Tirkiyeyê li hemberî wan neyînî be jî lê biyar dayînê Tirkiye ye û biryar nebeşdarbûna wan ji aliyê Amerîka, Rûsya, Neteweyên Yekbûyî û Steffan de Mistura ve hatiye dayîn û lê ew nizanin kê çi bandor kiriye. Le nakokîyên gelek mezin ji bo beşdarbûna PYD ya Konferansa Cenevreyê de hebûn

Salih Muslim got: ‘Ez ne bawer im ku di konferansê de bê me çareserîyek were dîtin. Divê me jî li ser maseya muzakereyê cihê xwe bigirta, lê riya me hatiye girtin.'

Hevserokê PYDê bilêvkir ji bo parstin û têkoşînê bernameya wan bixwe heye û liser wê bernameyê dê berdewam bin.

Bi heman mijarî:

Hevserokê MSDê Heysem Menna ji ber PYDê, Cenevre boykot kir
Muslim: 'Heke kurd beşdar nebin, aqibeta civîna Cenevre 3yê ne xêr e'
Salih Mislim: Çûna Tirkiyeyê ya Mûsilê xewna dewlata osmanî ye
Salih Muslim: Civîna Riyad ne di berjewendiya gelê Sûriyê de ye
Etîketan:
Cenevre, Neteweyên Yekbûyî, Tirkiye, PYD, Radyoya Dengê Amerîkayê, Steffan De Mistura, Salih Mislim, Amerîka, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de