08:21 27 Gulan 2018
Civîna Barzanî ligel partiyên siyasî yên herêmê

Barzanî, ji bo referandum û krîza aborî bi partiyên Kurdistanê re dicive

© BasNews
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re dicive.

Hewlêr — Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re dicive. Tê pêşbînîkirin ku Serokê herêmê ji partiyên siyasî bipirse, gelo hûn dewleta kurdî dixwazin an na?

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê bi partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re li ser sê mijarên kirîtîk û girîng bicive. Di civîna Barzanî û partiyên siyasî de dê li ser sê mijarên girîng werin axaftin, referandom, kirîza serokatiyê û kirîza aborî.

Her wiha du partiyan (Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê) civîna Barzanî boykot kirine.

Endamê Civata Niştimanî ya Goran û parlamenterê Iraqê, Hoşyar Ebdullah li ser civîna Barzanî got, li gorî me civîna han civîneke formalîte û vala ye ji ber wê jî em tev li nabin.

Ji aliyê din ve Komela Îslamî ya Kurdistanê jî diyar kiriye ku li gorî wan civîn dê bê encam be, lewma ew tev li nabin.

Bi heman mijarî:

Îran: ‘Serxwebûna Kurdistan zerarê dide Barzanî û hemû kurdan'
KURDISTAN - Ji bo serxwebûnê partiyan piştgirî dan Barzanî
KURDISTAN - Li ser PDKê êriş hat kirin: 5 birîndar...
KCK: Wê Kurdistan hemû bibe weke Cizîr, Sûr û Sîlopî!
Kurdistan êrişên Tirkiyayê yên li dijî kurdan şermezar dike
Etîketan:
Komela Îslamî, Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Hewlêr, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de