23:13 19 Hezîran 2018
Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî

Barzanî: 'Bermîlek petrola Kurdistanê bi 20 dolarî tê firotin'

© Foto: KRG Spain
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Li gorî nûçeya Rûdawê, îro li Hewlêrê semînarek li ser krîza aborî ya Herêma Kurdistanê û riyên çareseriyê hatiye lidarxistin û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel rayedarên hikûmetê û çend pisporên aborî beşdar bûne.

Hewlêr – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sedemên sereke yên krîza aborî ya Kurdistanê şerê li dijî DAIŞê, hatina koçber û penaberan û erzanbûna nirxê petrolê destnîşan kir û got: ‘Dema ku Kurdistanê dest bi hinartina petrolê kir, nirxa her bermîlekê 110 dolar bû; lê niha pir daketiye. Em petrola xwe bi 20 dolarî difroşin.’

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha eşkere kir ku li Kurdistanê milyonek û 400 hezar kes mûçe ji hikûmetê distînin û ji bo vê yekê her meh pêwistî bi 850 milyar dînarî heye; lê derhata Kurdistanê ya mehane derdora 500 milyar dînarî ye ku têrê nake.

Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku sala pêşiya me jî dê saleke bi zehmet be û got: ‘Helbet em ne bêhêvî ne; lê erzanbûna nirxê petrolê divê bibe firsendeke xwenasînê. Em li benda alîkariya welatên cîhanê ne ku vê qonaxê bi kêmtirîn ziyanê derbas bikin.’

Li gorî agahiyên Serokwezîr Barzanî û cîgirê wî Qubad Talebanî, derhata niha ya Herêma Kurdistanê 140 milyar dînar e û beriya şerê DAIŞê 300 milyar bû; herwiha derhata Kurdistanê têra mesrefên wê me nake û her meh 400 milyar dînar valahiya bûdceyê heye.

 

Bi heman mijarî:

Li Miksa Wanê bi lerza 4.5 erdhej
Cameron: 'Bêyî hevkariya Rûsyayê pêşketin çênabe'
PYD bi awayekî fermî beşdarî Civîna Cenevreyê dibe
Polêsan bi zorê jehr da belavkarê Azadiya Welat
Polêsên tirk ‘konê nobedariya Sûrê’ bi gef û zorê rakir
Etîketan:
alîkariya welatên cîhanê, firsenda xwenasînê, nirxê petrolê, derhata Kurdistanê, erzanbûna nirxê petrolê, hatina koçber û penaberan, şerê li dijî DAIŞê, sedemên sereke yên krîza aborî ya Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de