14:44 25 Sibat 2018
Zindî
    Komara Mahabadê

    Îro 70. salvegera damezirandina ‘Komara Mahabad'ê ye

    © Foto: Azadiya Welat
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11

    Komara Mahabadê ango Komara Kurdistanê beriya 70 sal wekê îro bi alikariya Yekîtiya Sovyetan li Qada Çarçirayê, bi pêşengiya Qazî Mihimed û gelek kurdan ve hate îlankirin.

    Vehbi Güngör

    Navenda Nûçeyan — Komara Mahabadê, ango Komara Kurdistanê her çiqas emrê wê kurt bûye jî di wê dema kurt de, bû navenda siyaset û rewşenbîriyê.

    Hikûmeta ji 13 wezîran pêk dihat û piştî demekê kurt destûra bingehîn a komarê hate ragihandin. Ala netewî ya Kurdistanê hilda û artêş jî ji welatiyan û komên kurdan hate sazkirin.

    Hikûmeta Komarê herwiha rêxistinên aborî, civakî, edebî, hunerî û rêxistinên leşkerî jî sazkir û ‘Zimanê Kurdî' bi fermî hate qebûlkirin.

    Rojname û kovar hatin derxistin. Girîngiyê dane çand û hunerê. Herhiha pêşxistina perwerdehî û ziman projeyên nû pêk hatin.

    Ji bo jin di aliyê siyasî û civakî de pêşbikevin, Yekîtiya Jinên Kurdistanê hate avakirin. Rêxistinên jinan jî di mijara siyasî de derketin pêş û karen gelek girîng ket ser milên van.

    ‘Zimanê kurdî' pêşde biçe û li her deverê bê hînkirin kitêp hatin çapkirin ji bo zarokan projeye nû hate avakirin. Ji bo zarokên 6-14 saliyan ku hemû biçin dibistanan fêrgeh hatin avakirin, ji bo kesên nexwendî jî dibistanên êvarî hatin avakirin.

    Ruxandina Komarê

    Piştî îlankirina Komarê, Yekîtiya Sovyetê desteka ku dida Qazî Mihemed, paşve kişand û di 16ê Mijdara sala 1947an de, hêzên Artêşa Îranê Paytexta Azarbeycanê bi destxistin û ber bi Mahabadê ve meşiyan.

    Hêzên Rejîma Îranê, bi piştgiriya Brîtanyayê û xiyaneta Azerbaycanê di 17ê Rêbendana sala 1947an de, Komara Kurdistanê ya li Mahabadê hilweşand.

    Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê Seyfî Qazî û birayê wî Sebrî Qazî, li Qada Çarçira ya ku lê Komara Mahabadê hatibû îlankirin, di 31ê adara 1947an de hatin dardekirin.

    Komara Mahabadê
    © Foto: Twitter
    Komara Mahabadê

    Navdanka Komara Mahabadê

    Serxwebûn: 22 Rêbendana 1946an,17 Berfenbara 1947an

    Serokomar:  Komarê Qazî Mihemmed

    Serokwezîr: Hecî Baba şêx

    Serfermandar: Mela Mistefa Barzanî

    Zimanê fermî: Kurdî

    Al: Ji rengên Kest, spî, sor pêk hat Alaya Kurdistan ya Neteweyî

    Paytext: Mahabad

    Pergala Siyasî: Komar

    Rûerd: 37437 km2

    Bajarên kurdan ku li Kurdistana Îranêne wiha ne

    Mahabad

    Seqiz

    Senandeç

    Kirmanşah

    Hemedan

    Urumabad

    Ormiye

    Selmas

    Xoy

    Bi heman mijarî:

    PYD: ‘Rûsya, dixwaze em tev li Cenevreyê bibin lê Tirkiye asteng dike'
    Parlamenterê rûsî: ‘Tenê rêyek li pêşiya kurdan heye, ew jî serxwebûn e'
    YPG ji bo rizgarkirina Cerablusê amadehiyan dike
    Ji Brukselê banga xwedîderketina li berxwedana Mahabad
    Etîketan:
    zimanê kurdî, Komara Mahabad, Yekîtiya Sovyetê, Qada Çarçira, mahabad, serxwebûn, Îran, Komara Mahabadê, Sebrî Qazî, Seyfî Qazî, Qazî Mihemed, Mela Mistefa Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de