03:18 20 Hezîran 2018
Qubad Talebanî

Talebanî bernameya reformê şîrove kir: ‘Divê daxuyaniyên fermî şefaf bin’

© Foto : IKBY
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Qubad Talebanî duh di civîna Civata Wezîran de axivî û bal kişande ser zelalkirina daxuyaniyên fermî.

Hewlêr — Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di axaftina xwe de bal kişande ser hewldanên Serokatiya Hikûmetê û aliyên peywendîdar û got: ‘Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê krîzê de bi tenê ye. Divê tevî destgirtinê û siyaseta guvaştinê, divê gavên çaksaziyê jî bên avêtin.’

Talebanî diyar kir ku rewşa darayî û aborî ya Kurdistanê bi başî nehatiye zelal kirin û got: ‘Mafê hemwelatî û aliyên siyasî heye ku rastiya rewşê û krîza heyî baştir û zelaltir têbigihêjin. Lewre divê Hikûmet bi kampanyayeke berfireh zanyariyên rasteqîn derbarê derhat û mesrefan de biweşîne, rewşê ji raya giştî re zelal bike û bide fêmkirin; herwiha tu gumanê li ser şefafiyetê nehêle.’

Cîgirê Serokwezîr di dawiya axaftina xwe de jî got: 'Bihayê petrolê ranebe barê Kurdistanê dê girantir bibe. Lewre divê hevsengiya derhat û mesrefan were parastin û di pergala miaşan de bêedaletî çênebe.’

Bi heman mijarî:

Li Tetwanê operasyona leşkerî
YPG ji bo rizgarkirina Cerablusê amadehiyan dike
Leşkerên tirk ji hoperlora mizgeftê bang kirin: An teslîm bîn ah jî...
Cenazeyên 5 welatiyên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dane birin Şirnexê
Amerîkayê şîret li kurdan kir: 'Çandinî û turîzma xwe jî bi pêş bixin'
Etîketan:
pergala miaşan, hevsengiya derhat û mesrefan, bihayê petrolê, derhat û mesrefên Hikûmeta Kurdistanê, zanyariyên rasteqîn, gavên çaksaziyê, rewşa darayî û aborî ya Kurdistanê, raya giştî, Civata Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de