19:00 25 Hezîran 2018
Matthias Mitman

Amerîkayê şîret li kurdan kir: 'Çandinî û turîzma xwe jî bi pêş bixin'

© Foto : rudaw
Kurdistan
Lînkê kurt
0 11

Konsulê amerîkî Matthias Mitman derbarê krîza aborî ya Kurdistanê de got, nabe tenê çavên we li petrolê be, divê çandinî û turîzm jî bi pêş bikeve.

Silêmanî — Konsulê Amerîkayê li Hewlêrê, Matthias Mitman derheqê kirîza aborî ya Herêma Kurdistanê de got, nabe tenê çavên we li petrolê be, divê çandinî û turîzm jî bi pêş bikeve û gendelî jî nemîne.

Li Zanîngeha Amerîkî ya bajarê Silêmaniyê, komcivînek li ser çawaniya çareserkirina kirîza aborî ya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.

Di beşa yekemîn a komcivînê de, Matthias Mitman, axivî û diyar kir ku divê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê xurt bibin.

Matthias Mitman, nabe mûçe û mafên welatiyan were xwarin û em dizanin çend meh in mûçe nehatiye dayîn ji ber wê jî divê hikûmet çi ji destê wê tê, bike. Lê divê xelk jî alîkariya hikûmetê bikin ji bo nehîştina kirîzê.

Mitman di berdewamiya axaftina xwe de şîret li hikûmet û gelê Kurdistanê jî kir û got, nabe tenê çavên we li petrolê be, divê sektorên mîna çandinî û turîzmê jî werin xurtkirin.

Matthias Mitman behsa gendeliyê jî kir û got, divê bac ji her kesî were standin û pêşiya bertîl û gendeliyê jî were girtin.

Bi heman mijarî:

Amerîka: Kurdistan bi serbestî dikare petrola xwe bifroşe
Amerîka ji bo Îranê sepandinên nû anîn
Amerîka: ‘Emê DAIŞê dê têk bibin'
Amerîka li dora milyarek dolarî dê çek bifroşe Iraqê
KURDISTAN - Li ser PDKê êriş hat kirin: 5 birîndar...
Etîketan:
Konsulê Amerîkayê li Hewlêrê, HHK, Matthias Mitman, Silêmanî, Kurdista
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de