11:00 20 Hezîran 2018
Camî

Heşdî Şabî 9 camiyên suniyan teqandin

© REUTERS / Khaled Abdullah
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Milîsên Heşda Şebî li bajarê Diyalaya Iraqê 9 camiyên suniyan bi bombeyan teqandin. Komela Îslamî, milîsên şie rexne kir û got, Heşda Şebî qetlîaman dike.

Hewlêr — Milîsên Heşda Şebî li bajarê Diyalaya Iraqê 9 camiyên suniyan bi bombeyan teqandin. Partiya Civaka Îslamî ya Kurdistanê (Komela Îslamî) êrişa milîsên şie yên ser camiyan bi tundî lanet kir û got, rêxistina Heşda Şebî qetlîaman dike.

Herî dawî hefteya borî li bajarê Diyalayê du teqînên mezin çêbûn û di encama teqînê de zêdetirî 100 kesî jiyana xwe ji dest da û piraniya wan bawermendên şie bûn. Li ser vê Milîsên şie yên Heşda Şebî bi armanca heyfê li bajarê Diyalayê 9 camiyên suniyên misilmanan teqandin.

Her wiha Komaleya Îslamî li ser vê bûyerê daxuyaniyek da teqandina camiyan ji terefê milîsên şie ve bi tundî şermezar kir û got, milîsên şie yên Heşda Şebî bi armanca heyf standinê camiyan diteqîne û qetlîaman dike, ev bûyer dijî nirxê îslamî û neteweyî ye.

Tu feydeya van ji bo Iraqê tuneye. Em dijî êrişa camî û cihwarên pîroz in.

Bi heman mijarî:

Şêx Cefer: Gefên tûj li El Heşd El Şebî xwarin
Pêşmerge û El Heşd El Şebî bi hev re şer kir: 17 mirî û 60 birîndar
Li Xûrmatûyê aloziya navbera pêşmerge û El Heşd el Şebî dewam dike
El Heşd El Şebî û pêşmergeyan şer kirin: 5 kuştî
Etîketan:
Heşdî Şabî, Partiya Civaka Îslamî ya Kurdistanê (Komela Îslamî), Diyala, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de