04:51 26 Sibat 2018
Zindî
    Civata Wezîran a Kurdistanê, civîna taybet ji bo qeyrana aborî

    Encamnameya Civata Wezîran a taybet ji bo qeyrana aborî eşkere bû

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Hefteya çûyî roja çarşemê (16.01.2016) Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna Qubad Talebanî, waliyên Hewlêr, Duhok û Helebceyê civiyabû. Encamnameya civînê duh nîvê şevê li malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate barkirin.

    Hewlêr — Di destpêka civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî zelal kir ku armanca vê civîna taybet rewşa aboriyê û riyên çareseriya qeyrana darayî ya Kurdistanê ye ku ji ber nizmbûna bihayê petrolê hemû dewletên xwedî-petrol ketine heman krîzê.

    Barzanî pêkhateyên vê krîzê wekî birîna budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Iraqê ve, şerê li dijî DAIŞê, hatina zêdetir ji milyonek û heşt sed hezar koçber û penaberî li Herêma Kurdistanê û ya ji hemûyan jî bi êştir, nizimbûna buhayê neftê nîşan da.

    Beşdarên civînê dîtin û têbîniyên xwe yên derbarê rewş û krîza aboriyê de wiha pêşkeş kirin: 'Divê alî û pêkhateyên Hikûmetê li hemberî krîzê berpirsiyariya xwe ya hevbeş hilgirin, agehî û zanyariyên zelal belav bikin, rêbazeke çareseriyê bê amadekirin û reforma aborî û îdarî were bicihanîn, hikûmet were biçûkkirin, derhata neteweyî bê zêdekirin û mesrefên giştî werin kêmkirin.'

     

    Bi heman mijarî:

    Hedefa DAIŞê ya nû wê Erebîstana Siûdî be
    Rêxistina Efûyê: ‘Êrişên Tirkiyeyê jiyana 200 hezar kesî dixin xetereyê
    Wezîrê berê Fikri Saglar: ‘Bi guherandina bajaran pirsgirêka kurd nayê çareserkirin'
    DAVOS - Karsazê kurd ê ku 2 milyon dolar bexişand Kobaniyê axivî
    Li Stenbolê 30 kurdên siyasetmedar hatin binçavkirin
    Karsazê navdar jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    mesrefên giştî, derhata neteweyî, reforma aborî û îdarî, dîtin û têbînî, agehî û zanyariyên zelal, milyonek û heşt sed hezar koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê, birîna budceya Herêma Kurdistanê, dewletên xwedî-petrol, nizmbûna bihayê petrolê, rewşa aboriyê û riyên çareseriya qeyrana darayî ya Kurdistanê, civîna taybet, şerê li dijî DAIŞê, Civata Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de