17:47 23 Îlon 2017
Zindî
    Haje Silêman

    'Divê dewleta tirk siyaseta xwe li ber çavan re derbas bike'

    © Foto: RojNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2301

    Li gorî nûçeya RojNewsê Endama Rêveberiya Partiya Komunîst a Kurdistanê Haje Silêman diyar kir ku piştgiriya berxwedana gelên Kurdistanê dikin û li dijî êrîşên dewleta tirk in.

    Hewlêr — Endama Rêveberiya Partiya Komunîst a Kurdistanê Haje Silêman ragihand ku piştgiriya her tevgereke azadîxwaz a Kurdistanê dikin û wiha got: ‘Ev demeke dirêj e ku hikûmeta Tirkiyayê bi awayekî li dijî pîvanên mirovahiyê êrîşî bajarên kurdan dike û komkujiyan pêk tîne. Welatiyên sivîl diçewisînin. Gelê Kurd daxwaza mafê xwe dike, ji ber vê yekê em li dijî van êrîşan in û piştgiriya gelê xwe yê kurd  dikin.’

    Silêman diyar kir ku piştgiriya berxwedana gelên Kurdistanê dikin; herwiha li dijî êrîşên dewleta tirk in û got:  ‘Li Tirkiyayê yekane riya çareserkirina pirsgirêkan, pêvajoya aştiyê ye. Pêwist e dewleta tirk siyaseta xwe li ber çavan re derbas bike.’

    Endama Rêveberiya Partiya Komunîst a Kurdistanê Haje Silêman bêdengiya kurdên Herêma Kurdistanê jî rexne kir û wiha got: ‘Mixabin, li Herêma Kurdistanê bêdengiyek heye û pêwist e helwesteke xurt nîşan bide.’

    Bi heman mijarî:

    Ji DMMEyê biryareke din a tedbîrê
    HPG: Li Şirnexê 9 polês hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn
    Derheqê Sedat Peker de lêpirsîn hat destpêkirin
    Mislim: ‘AKP, naxwaze DAIŞ têk here, dibe asteng ji bo ku YPG tev li Cenevreyê nebe'
    Li Cizîrê 2 kes hatin birîndarkirin
    Li Silêmaniye yê, komek terorîstên DAIŞê hatin girtin!
    Etîketan:
    yekane riya çareserkirina pirsgirêkan, berxwedana gelên Kurdistanê, tevgera azadîxwaz a Kurdistanê, pêvajoya aştiyê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Haje Silêman, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de