12:02 26 Îlon 2017
Zindî
    Îran

    Îran destûr nade ku kurd bibin namzedê parlamenteriyê

    © AP Photo/ Ronald Zak
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4702

    Îranê destûr neda 8 parlamenterên kurd ku di hilbijartina giştiyên Îranê de ji nû ve bibin namzed.

    Sine — Li Îran û Kurdistana Îranê de, heyama qeydkirin û nirxandina namzedên hilbijartinên giştî yên Îranê bi dawîbû.

    Lijneya Parastinê ya Destûra Îranê, encamên nirxandina namzediya wan kesên ku dixwazin di hilbijartinan de bibin namzed, ragihand.

    Li gorî wê encamê, li eyaleta Kirmaşanê ya Kurdistana Îranê, ji 238 kesan namzediya 64 kesan hatiye pesendkirin, li eyaleta Sine ji 176 kesan namzediya 64 kesan, li Ormiyê ji 444 kesan namzediya 156 kesan û li Îlamê jî ji 105 kesan namzediya 46 kesan hatiye pesendkirin.

    Li gorî agahiyan di nav wan kesên ku dixwaza namzediya wan hatine redkirin, 8 parlamenterên kurd jî hene ku niha endamên Parlamentoya Îranê ne

    Hejmara parlamenterên Kurdistana Îranê ku di Parlamentoya Îranê de ne wiha ne:

    Kirmaşan: 8
    Ormiye: 12
    Sine: 6

    Îlam: 3

    Hilbijartinên giştî yên Îranê dê destpêka Adara îsal were kirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    NY ji bo budçeya Kurdistanê Iraq hişyar kir
    Orhan Pamuk: ‘Tirkiye ne welatekî demokratîk e'
    'Divê em li ser bingehê stratejiya neteweyî tevgera xwe bimeşînin'
    Dorpêça DAIŞê ya Dêra Zorê didome
    PSK: 'Bila Amed bibe paytexta Komara Kurdistanê'
    Etîketan:
    namzed, parlamenter, Kurdistana Îranê, Îran, Lijneya Parastinê ya Destûra Îranê, Kurdistana Îranê, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de