20:25 24 Îlon 2017
Zindî
    Padişahê kurd û malbata wî

    Îran berhemên dîrokî yên Kurdistanê didize û dike malê farsan

    © Foto: Rojî Kurd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6202

    Li gorî nûçeya Rojî Kurd dewleta Îranê hinek grûpên mafyayî yên dizek ava kirine û ev rêxistina diz li Kurdistana Îranê berhemên dîrokî dibin, ji bo farskirinê teslîmî mûzeyên dewletê dikin.

    Navenda Nûçeyan – Li gorî çalakvanên sivîl ên bajarokê Selasê yê Bawecanê, Komara Îslamî ya Îran bi riya çend grupên xwe yên mafyayî hewl dide ku berhemên dîrokî yên Kurdistanê bidize û talan bike.

    Çalakvanekî sivîl ê Selasa Bawecanê diyar kir ku ev grûpên mafyayî îsal ji salên bihurî zêdetir xebatan dimeşînin, bi gel re pêwendiyan datînin ku berheman bifroşin wan û van berheman vediguhêzin destên fermî.

    Çalakvanê sivîl eşkere kir ku wêneyên çendek van berheman di nava xelkê de berbelav e û dîmen nîşan didin ku padişahekî kurd digel malbata xwe cil û bergên kurdî li xwe kirine. Mixabin ne diyar e bê ka ev berhema kurdî li ku ye?

    Padişahê kurd û malbata wî
    Padişahê kurd û malbata wî

    Bi heman mijarî:

    Orhan Pamuk: ‘Tirkiye ne welatekî demokratîk e'
    Demîrtaş, îdiayên medyaya Tirkiyeyê derewand
    'Divê em li ser bingehê stratejiya neteweyî tevgera xwe bimeşînin'
    NY: ‘Li Iraqê 3 hezar û 500 koleyên DAIŞê hene'
    Kurtefîlma derhênerê kurd li Spanyayê bû yekemîn
    Dorpêça DAIŞê ya Dêra Zorê didome
    Etîketan:
    berhemên dîrokî yên Kurdistanê, grupên mafyayî, çalakvanên sivîl, Bawecan, Selas, Kurdistana Îranê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de