03:10 23 Îlon 2017
Zindî
    Dr. Hogir Mehmûd Ferec

    'Divê em li ser bingehê stratejiya neteweyî tevgera xwe bimeşînin'

    © Foto: RojNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2602

    Li gorî nûçeya RojNewsê Hîndekarê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Hogir Mehmûd Ferec diyar kiriye ku pêwist e gelê kurd yekîtiya xwe ya neteweyî ava bike, li ser vê bingehê têkoşîna xwe bimeşîne û Kongreya Neteweyî pêk bîne.

    Silêmanî — Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Hogir Mehmûd Ferec bal kişande ser berxwedana îro ya li bajarên kurdan û wiha got: ‘Divê niha em li gorî stratejiyeke neteweyî kar bikin. Divê em dest ji alîgiriyê berdin, wekî yek neteweyê li ser ziman û neteweya xwe xebatan bimeşînin.’

    Dr. Ferec di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: 'Divê em nekevin bin bandora îdeolojiya tu aliyan û pişt nedin tu aliyên desthilatdar. Ne diyar e, dibe ku berjewendiyên van aliyan bên guhertin, wê demê em ê winda bikin. Pêwist e tiştek hebe ku me hemûyan bîne cem hev. Lewre divê ji bo Kongreya Neteweyî bi yekdengî xebat bên meşandin.'

    Dr. Ferec derbarê destkeftî û derfetên kurdan de jî wiha got: ‘Destkeftiyên û derfetên ku îro ji bo kurdan çêbûne, tu carî peyda bûne. Divê ew hestên yekalîtiyê û berjewendiyên tekekesî di nava me de nemînin. Rast e heta niha em nebûne yek, lê ev nayê wê wateyê ku em nikarin bibin yek. Êdî hemû dinya li ser kurdan dinivîse.’

    Bi heman mijarî:

    NY: ‘Li Iraqê 3 hezar û 500 koleyên DAIŞê hene'
    Kurtefîlma derhênerê kurd li Spanyayê bû yekemîn
    Dorpêça DAIŞê ya Dêra Zorê didome
    Li Dêrikê Hevseroka HDPê jî di nav de, 13 kes hatin binçavkirin
    Li Moskovayê xeta şikayetkirina berhemên tirkî hat vekirin
    Etîketan:
    berjewendiyên tekekesî, hestên yekalîtiyê, bi yekdengî, Kongreya Neteweyî, stratejiya neteweyî ya kurdî, Zanîngeha Silêmaniyê, Dr. Hogir Mehmûd Ferec, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de