17:48 23 Îlon 2017
Zindî
    Radyoya Dengê Pêşmerge

    Herêma Kurdistanê Radyoya Dengê Pêşmerge vedike

    © Foto: K24
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4611

    Rêveberê Giştî yê Ragihandina Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê Helgurd Cundiyanî diyar kir ku em ê bi Wezareta Pêşmerge re radyoyekî vekin.

    Hewlêr — Helgurd Cundiyanî, da zanîn ku ligel Wezareta Pêşmerge civiya ye û li ser wê yekê lihev kirine ku Radyoya Dengê Pêşmerge vekin.

    Derbarê vekirina radyoyê de Helgurd Cundiyanî agahî dan û got, me fikra vekirina Radyoya Dengê Pêşmerge, ji sala 2014ê ve pêşniyar kiriye, lê belê wê demê Wezareta Pêşmerge amadebûna xwe pêşan neda, duhî ez ligel Rêveberê Ragihandina Wezareta Pêşmerge Helgurd Hîkmet li ser vê mijarê civiyam û me biryar da Radyoya Dengê Pêşmerge vekin.

    Cundiyanî di axaftina xwe de got, wê Wezareta Pêşmerge serpereştiya radyoyê bike, em ê jî di ware perwerdekirina karmend û amadekirina studyo û karê teknîkî de hevkariya bikin. Hemû tiştekî ku bo radyo pêwist in di depoyên me de hene û me tu pereyên zêde xercnekirine, em ê di hemû waran de piştgiriya vê projeyê bikin heta wê dema Wezareta Pêşmerge biryar dide û radyoyê vedike.

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan êrişên Tirkiyayê yên li dijî kurdan şermezar dike
    KURDİSTAN - Teqîn: 2 kuştî û 1 birîndar
    Barzanî: 'Kurdistan nabe parçeyeke nakokiyên siyasî'
    Kurdistan pakêteke reformê ya duyemîn amade dike
    Kurdistan: 'Em derbarê pêwendiyên Îran û Erebistanê bêalî ne'
    Etîketan:
    Wezareta Pêşmerge, Helgurd Hîkmet, Helgurd Cundiyanî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de