14:39 19 Îlon 2017
Zindî
    Akademîsyenên Kurdistanê

    Akademîsyenên Kurdistanê: 'Em piştgiriya mafên kurdan dikin'

    © Foto: basnews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4101

    Akademîsyenên Herêma Kurdistanê, em piştevaniya mafên kurdan ên rewa dikin.

    Hewlêr — Piştî ku li Tirkiyê û bi giştî li cîhanê akademîsyenan beyanameyên li dijî gef xwarinên artêş û Hikûmeta Tirkiyê belavkirin. Ji bo ku şer li bajarên kurdan bê rawestandin û pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û gotûbêjan bê çareserkirin beyanameyek îmze kirin û her bi vê sedemê dozgeriya Tirkiyeyê gelek akademîsyen girtin bin çavan û avêtin zîndana.

    Ji ber vê pêk anînê ji gelek aliyan we li dijî pêkanînên Hikûmet û artêşa Tirkiyê nerazîbûn pêşketin. Her di vê çarçovê de akademîsyenên Herêma Kurdistanê jî piştîwaniya xwe ya ji bo akademîsyen û gelê kurd yê li Tirkiyeyê diyarkirin û beyanemeyek belavkirin.

    Beyanameya akademîsyenan bi vî awayî dest pê dike, di vê pêvajoya ku em tê de derbasdibin de li bajarên kurdan li dijî şerê dinav PKK û artêş û Hikûmeta Tirkiyê ji akademîsyenên Tirkiyê û cîhanê beyanameyekî li jêr dirûşma ‘'em nabin şirîkê suc û tewanan'' hate belavkirin.

    Her wiha di vê beyanameyê de dijminayiya artêş û Hikûmeta Tirkiyê ya li dijî gelê kurd yê sîvîl (medenî) û bi taybet kuştina zarokan nayê pesinandin û em daxwaz dikin carekedin ji bo nabeyna dewleta Tirkiyê û PKKê de pêvajoya destpêkirina gotûbêjên aştiyane bê kirin em bang dikin.

    Her wiha em akademîsyenên Hêrêma Kurdistanê, piştgiriya xwe ji bo naveroka bangavaziya akademîsyenên Tirkiyê dikin û vê radigehînin. Li gorî me bangavaziya akademîsyenên Tirkiyê û cîhanê di helwêsta mirov dostî û aştîxwaziyê de lûtkeye.

    Bi heman mijarî:

    Parêzerên KHAyê, Sedat Peker şikayetî dadgehê kirin
    Medyayê hedef girt, Serokomar heqaret kir û Sedat Peker jî tehdîd kir
    Chomsky: 'Amerîka dê li hemberî êrişên Tirkiyayê yên li dijî kurdan bêdeng bimîne'
    Chomsky: Erdogan na, lê kurd min vexwînin ez ê herim Tirkiyeyê
    Noam Chomsky bersiv da vexwendina Erdogan
    Etîketan:
    Akademîsyenên Kurdistanê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de