13:15 21 Tebax 2017
Zindî
    Mîtinga jibo piştgirtiya HDP

    Nabe beşek Kurdistanê bêdeng be û beşek jî di nava xwînê de be’

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1110

    Nûnertiya HDPê ya Herêma Kurdistanê digel partiyên siyasî yê Herêma Kurdistanê îro saet 10.00an li Otêla White Platinum a Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist û derbarê rewşa bajarên kurdan de rexne li bêdengiyê girt.

    Hewlêr — Nûnerên HDPê yên Herêma Kurdistanê li gel alî û partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civînek çapemeniyê pêk anî. Hat diyarkirin ku PDK beşdarî civînê nebûye.
    Di civînê de nûnerê HDPê Abid Îke axivî û got: “Bi armanca piştgiriya berxwedana bajarên kurdan me îro li Hewlêrê ligel aliyên siyasî civînek pêk anî. Li tevahiya erdnîgariya Kurdistanê hemû partî û aliyên siyasî yên kurd hemû êrîşên ser gelê kurd şermezar dikin û daxwaza yêkîtiya neteweyî dikin.’
    Abid Îke bal kişande ser rewşa bajarên û wiha got: ‘Niha dewleta tirk li Silopî, Cizîr û bajarên din ên kurdan 40 roj in li ser gelê sivîl êrîşan pêk tîne û komkujiyan dike. Pêwîst e êdî bêdengiya li hemberî van êrîşên dewleta tirk ên li bajarên bi dawî bibin. Çênabe parçeyekî Kurdistanê bêdeng be û parçeyek jî di nava xwînê de be. Pêwîstî bi piştgiriya neteweyî heye.’

    Etîketan:
    SİLOPÎ, Cizîr, PDK, HDP, Abid Îke, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de