02:24 17 Tebax 2017
Zindî
    Musena Emîn

    Parlamenterê Kurd: ‘Bi riya teqînan Kurdistanê tijî erebên sunî dikin’

    © Dezgehê Xabîr
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3002

    Parlamenterê Kurdistanê Musena Emîn ji kanala televîzyonî ya Rûdawê re ragihand ku armanca êrişên li dijî erebêb sunî kurd in; dixwazin demografiya Kurdistanê biguherînin.

    Hewlêr – Parlamenterê Kurdistanê yê ji Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Musena Emîn diyar kir ku parlamenterên kurd dê herin serdana Bexdayê û bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re civînekê li dar bixin.

    Emîn derbarê naveroka vê serdana xwe de wiha got: ‘Pirsgirêkên iraqî ji kontrola Ebadî derketine. Em dê digel serokên komên parlamenter ên kurd bi Ebadî re rûnin, mijara mûçeyên Pêşmerge û hinek mijarên din ên darayî û ewlehiyê bînin rojevê; li riyên çareseriyê bigerin.

    Derbarê êrişên li dijî erebên sunî yên Miqdadiye û Şarbanê de jî Parlamenterê Kurd wiha got: ‘Li paşperdeya van êrişan armanceke siyasî heye. Bi êrişên li dijî erebên sunî dixwazin demografiya Kurdistanê biguherînin. Erebên sunî yên ku ji DAIŞ û mîlîsên şiî direvin, li Kurdistanê bi cih dibin û nikarin vegerin ser mal û halên xwe. Ev jî cureyekî erebkirinê ye ku bandoreke wê ya neyînî li ser Kurdistanê heye.'

    Hêjayî gotinê ye ku DAIŞ qismekî Iraqê kontrol dike û kesên jê direvin berê xwe didin Kurdistanê. Ji ber ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê 2 milyar 600 milyon dolar ji Heşda Şeibî re veqetandiye û ev hêz êrişan dibe ser kesên sivîl. Erebên sunî yên ku ji êrişên van her duyan direvin jî li Kurdistanê bi cih dibin.

    Bi heman mijarî:

    Karsazên Amedê parlamenterê AKP û HDPê gihandin hev
    Zirara Tirkiyeyê ji ambargoya Rûsyayê gihîşt 12 milyar dolaran
    YPS: Li Cizîrê 4 tîmên taybet ên tirk hatin kuştin
    Melayê Mizgefta Eqsayê: 'Kurd û filistînî di bin zext û zoriya dagirkeran de ne'
    Lavrov: Nabe saziyên mafî di bin kontrola hinek dewletan de bin
    Li Sûrê şer careke din giran bû
    Etîketan:
    bandora neyînî, demografiya Kurdistanê, armanca siyasî, erebên sunî, mijarên darayî û ewlehiyê, mûçeyên Pêşmerge, pirsgirêkên iraqî, riya çareseriyê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Musena Emîn, Heyder Ebadî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de