01:02 19 Tebax 2017
Zindî
    Şanda Kurdistanî: Dr. Fuad Husên, Felah Mistefa û Beyan Samî

    Şanda Kurdistanê: 'Me daxwaza mesrefa şer ji Amerîkayê kir'

    © Foto: KRG-USA
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1910

    Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê şanda kurdistanî ya li Amerîkayê digel alîkariya leşkerî daxwaza alîkariya darayî û aborî jî kiriye.

    Hewlêr – Beriya çend rojan Serokê Dîwana Serokatiyê Dr. Fuad Husên û Serokê Dezgehê Pêwendiyên Derve yên Kurdistanê Felah Mistefa digel Nûnera Kurdistanê ya li Amerîkayê Beyan Samî li paytext Waşîngtona Amerîkayê hevdîtinên girîng pêk anîn.

    ​Derbarê encama civînên wan ên li Amerîkayê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên diyar kir ku li Waşîngtonê rewşa darayî û aborî ya Kurdistanê rave kirine, civînên digel  berpirsên Amerîkayê erênî û bi bandor bûye, dê piştî nirxandinan bersiveke erênî bidin.

    Her derbarê heman serdanê de Berpirsê Dezgehê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa jî diyar kir ku daxwaza piştgiriya leşkerî, aborî û însanî ji Amerîkayê kirine.

    Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: ‘Me bi awayekî cidî daxwaz kir ku pêdiviya Herêma Kurdistanê bi piştgiriya Amerîkayê heye. Pêwistiya Kurdistan ne ku tenê bi şandina çek û teqemeniyan heye; herwiha divê mesrefa şer a ku barekî giran xistiye stûyê Herêma Kurdistanê jî bê telafîkirin.'

    Etîketan:
    mesrefa şerê li dijî DAIŞê, rewşa darayî û aborî ya Kurdistanê, Dezgehê Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê, Dîwana Serokatiyê ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê, Fuad Husên, Felah Mistefa, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de