09:47 18 Tebax 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Benameya Barzanî û partiyên siyasî: 'Referandum û serxwebûna Kurdistanê'

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9810

    Li gorî nûçeya Rûdawê Barzanî dê rizgarkirina axa Kurdistanê, referandum û serxwebûn, şerê li dijî DAIŞê û kirîza darayî bi partiyên siyasî yên Kurdistanê re gotûbêj bike.

    Hewlêr — Şêwirmendê Ragihandinê yê Serokê Herêma Kurdistanê Kîfah Mehmûd diyar kir ku di nava hefteya bê de Barzanî dê ligel hemû partiyên fermî yên Herêma Kurdistanê bicive û bi wan re derbarê şerê li dijî DAIŞê, rizgarkirina axa Kurdistanê, krîza darayî, referendum û serxwebûna Kurdistanê de gotûbêjan bike.

    Kîfah Mehmûd got: ‘Di heman civînê de arîşeyên siyasî û çareseriyên wan, parastina mala kurdî bi riya lihevkirin, yekrêzî û yekgirtinê dê bên gotûbêjkirin.’

    Şêwirmendê Ragihandinê yê Barzanî diyar kir ku Serokatiya Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî 36 partiyên fermî vexwendine civînê û got: ‘Bêcudayî hemû partî dê ji bo civînê werin vexwendin û dê civîneke berfireh be.’

    Bi heman mijarî:

    Yuksekdag: Em gavekê jî paş ve naçin
    Endamê PM a DBPê hate binçavkirin
    Çîn jî beşdarê operasyonên li dijî DAIŞê dibe
    Tirkiya kurdan koçber dike û tirkên Ukraynayê bi cih dike
    Li Cizîrê zarokek hate kuştin!
    Ji Kaos Glyê ji bo Akademîsyenên Aştîxwaz piştgirî
    Hêzên hewayî yên Rûsya û Sûriyeyê operasyoneke hevpar kirin
    Etîketan:
    parastina mala kurdî, arîşeyên siyasî, serxwebûna Kurdistanê, referendum, krîza darayî, rizgarkirina axa Kurdistanê, partiyên fermî yên Herêma Kurdistanê, Kîfah Mehmûd, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de