05:10 20 Tebax 2017
Zindî
    Şêwirmendên leşkerî yên almanî

    Almanya li Hewlêrê baregeheke leşkerî ava dike

    © Foto: AA
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 142 0 0

    Almanyayê ji bo meşq û perwerdekirina Pêşmergeyê Kurdistanê li Hewlêrê xîmê kampake leşkerî avêt.

    Hewlêr – Almanyayê li Baxirkaya nêzîkî Hewlêrê xîmê baregeheke perdehiya leşkerî avêt. Di merasîma xîmavêtinê de Cîgirê Wezîrê Pêşmerge Enwer Hacî Osman, heyeteke leşkerî ya Almanyayê, şêwirmendên leşkerî yên ku berê Pêşmerge perwerde kiribûn û Berpirsê Baregeha Leşkerî ya Baxirkayê Karzan Şeqlaweyî beşdar bûn.

    Desteka Almanyayê ya ji bo Pêşmerge zêdetir dibe
    Derbarê vê projeya 3 milyon dolarî de Şeqlaweyî wiha got: ‘Wezareta Parastinê ya Almanyayê ji bo şerê li dijî terorîzmê berê jî şêwirmendên leşkerî, çek û teqemenî ji Kurdistanê re şandibûn. Niha jî di çarçoveya van pêwendiyên girêdayî de Almanya baregeheke leşkerî ya 3 beşî ava dike û hemû maliyeta baregehê aydî wê ye. Di beşa yekem de qada perwerdehiya leşkerî heye û beşên duyem û sêyem jî dê ji bo tamîrkirina çekan û otomobîlên zirxdar were bikaranîn.

    Şeqlaweyî diyar kir ku ji destpêka şerê li dijî DAIŞê pê ve Almanyayê bi hejmareke zêde amûrên leşkerî û alîkariyên lojîstîk ji Kurdistanê re şandine û got: ‘Di destê Hêzên Pêşmerge yên li bereyên pêşîn de tankşikênên almanî Mîlan hene. Nêzikî 2 salan e ku ev çek tên bikaranîn û pêwistî bi tamîrkirina wan heye. Êdî tamîrata van çekan dê li Baregeha Leşkerî ya Baxirkayê were pêkanîn.

    Bi heman mijarî:

    Parêzerên KHAyê, Sedat Peker şikayetî dadgehê kirin
    Paytexta Rûsyayê Moskova di bin berfê de ye
    Tirkiye, kurdên Sûriyeyê dixe abluqayê
    Baroya Dîlokê: ‘Mamoste Ayşe ne bi tenê ye, em jî hevparê sûcê wê ne’
    KCK: 'Teqîn ji aliyê MÎTê û Erdogan ve bi destê DAIŞê hatiye kirin!'
    Li Cizîrê malbatek hat înfazkirin!
    HDK-Î: 'Dem hatiye ku Barzanî serxwebûnê ragihîne'
    Etîketan:
    tankşikên almanî Mîlan, bereyên pêşîn ên şer, alîkariyên lojîstîk, amûrên leşkerî, qada perwerdehiya leşkerî, şerê li dijî terorîzmê, heyeta leşkerî ya Almanyayê, merasîma xîmavêtinê, baregeha perdehiya leşkerî, çek û teqemenî, şêwirmendên leşkerî, Baregeha Leşkerî ya Baxirkayê, Karzan Şeqlaweyî, Baxirka, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de