12:16 24 Hezîran 2018
YPG

FLAŞ - YPG: "Tirkiye terorîstan derbasî Suriyeyê dike"

© Foto : Rudaw
Kurdistan
Lînkê kurt
0 02

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand komên terorîst El Nusra (baskê El Qaîdê li Sûriyê) û Ehrar el Şam, terorîstên nû ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dikin û li dijî wan didin şerkirin.

Navenda Nûçeyan — YPGê diyarkir El Nusra û Ehrar el Şam, duh danê êvarê êrişî çeperên hêzên YPGê yên li gundê Başermê li herêma Şêrawa ya Efrînê kirin lê êrişa wan ji aliyê hêzên YPGê ve hate şikandin.

Li gorî agahiyên YPGê, El Nusra û Ehrar el Şam, terorîstên bi navê ‘Mucahidûn û Muhacirîn' jî li dijî wan didin şerkirin. Tê îdia kirin ku çekdarên Muhacirîn ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bûne.

Herwiha êrişên El Nusra û Ehrar el Şamê li ser taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê, ku taxa Kurdan e dewam dike.

 

 

Bi heman mijarî:

Fransa: ‘Serkeftina bejahiyê di destê YPG û Pêşmerge de ye’
‘Ji tirsa teqînê, me xwe di tuwaletê de veşart’
DAIŞê êrişî Tikrîtê kir û du bajarok ketin destê wan
Komkujê Siltanahmedê: Ez ji DAIŞê reviyam hatim Tirkiyeyê
Heyeta MSDê bi rayedarên Rûsyayê re civiya
Etîketan:
Muhacirîn, taxa Şêx Meqsûd, Terorîst, Tirkiye, El Nusra, Efrîn, YPG, YPG, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de