16:57 19 Hezîran 2018
Sîrwan Barzanî

Sîrwan Barzanî: ‘Topxaneya DAIŞê hate teqandin’

© Foto: Facebook.com
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî nûçeya Rûdawê ya ku zanyariyên xwe spartine Sîrwan Barzanî, balfirên şer ên Hêzên Hevpeyman îro êvarê binkeyên DAIŞê yên li Eniya Mexmûr-Guwêrê bi dijwarî dane ber bombeyan.

Hewlêr — Serpireştê Hêza Pêşmerge ya li Eniya Mexmûr-Guwêr Sîrwan Barzanî wiha got. ‘Îro êvarê saet 19:40an balafirên şer ên Hêzên Hevpeyman binkeyên DAIŞê yên li gundê Nesre bombebaran kirine. Di encama vê êrişê de 3 terorîstên DAIŞê hatine kuştin, navendeke DAIŞê hat têkbirin û topeke wê jî hat teqandin.’

Barzanî diyar kir ku DAIŞê li bilindahiyên gundê Sultan Ebdullah çeperên Hêzên Pêşmerge topabarn dikirin û piştî ku Hêzên Pêşmerge zanyariyên îstixbaratî dan Hêzên Hevpeyman binkeya cebilxaneyan a terorîstan hate teqandin.

Sîrwan Barzanî herwiha got ku îro li gundê Ebzexê yê Eniya Guwêrê balafiran binkeyên DAIŞê kirin armanca êrişên xwe; di encamê de zirar gihandin terorîstan, lê hejmara kuştî û birîndarên wan nehat zanîn.

Bi heman mijarî:

DYA, li Sûriyayê hevkariya bi Rûsyayê re berfirehtir dike
Barzanî ji bo CNNê: Stratejiyeke piralî û leşkerî ya hevdem pêwist e
Muftiyê Suniyên Iraqê: 'Em piştgiriyê didin serxwebûna Kurdistanê'
Heyeta MSDê bi rayedarên Rûsyayê re civiya
Çapemeniya cîhanê: 'DAIŞ li Tirkiyayê dixe û Tirkiya li kurdan'
ÎHD: ‘Di nav 5 mehan de 170 welatî hatin qetilkirin'
Etîketan:
hejmara kuştî û birîndaran, zanyariyên îstixbaratî, terorîstên DAIŞê, di encama bombebaranê de, Hêzên Hevpeyman ên li dijî DAIŞê, Fermandariya Hêza Pêşmerge ya li Eniya Mexmûr-Guwêrê, Sîrwan Barzanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de