02:10 18 Sibat 2018
Zindî
    Mela Bextiyar

    YNK: ‘Mela Bextiyar, Demirtaş û Muslim dê li Îtalyayê bicivin’

    © Foto: PUK Media
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Li gorî nûçeya PUK Mediayê Sekreterê Giştî yê YNKê gihiştiye Îtalyayê û derbarê çend pirsgirêkên kurdistanî de wê bi hinek parlamenter û senatorên îtalî re hevdîtinan pêk bîne; herwiha li Senatoya Îtalyayê gotarekê pêşkêş bike.

    Hewlêr – Îro (13.01.2016) serê sibehê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar digel desteyeke buroya siyasî ya partiya xwe gihişte Îtalyayê û dê bi rayedarên îtalî re civînan li dar bixe.

    Mela Bextiyar di vê gera xwe de wê bi hinek parlamenter û senatorên îtalî re hevdîtinan pêk bîne; doza neteweyî ya Kurdistanê, rewşa Rojhilata Navîn, guherînên siyasî û coxrafî, pêşeroja kurdan ji îtaliyan re şîrove bike.

    Biryar e ku di hevdîtinekê de Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş û Hevserokê PYDê Salih Muslim jî beşdarî civîna kurdî-îtalî bibin; derbarê pêwendiyên siyasî, leşkerî, rewşenbîrî de şîroveyên xwe eşkere bikin.

    Hêjayî gotinê ye ku ev cara yekemîn e parlamentoyeke ewropî ji bo gotebêjkirina pirsgirêka kurdî siyasetmedarên kurd vedixwîne welatê xwe û di vê asta dijwar de qadeke diyalogê vedike.

    Bi heman mijarî:

    23 leşkerên tirk ji ber nerazîbûna komkujiyê îstîfa kirin!
    Rûsya: Girtiyên DAIŞê yên Antalyayê, berî teqîna Siltanahmedê bû
    Konsolxaneya Fransayê dosyeya qetilkirina 3 jinên kurd qebûl nekir
    Karayilan: Ev xwîn li erdê namîne, wê tola wan were hilanîn
    Li Hesekeyê teqîn: ‘Kuştî û gelek jî birîndar hene'
    Pûtîn: Mizgîniyeke min ji we re heye
    Etîketan:
    siyasetmedarên kurd, pêşeroja kurdan, guherînên siyasî û coxrafî, rewşa Rojhilata Navîn, doza neteweyî ya Kurdistanê, buroya siyasî, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Mela Bextiyar, Roma, Îtalya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de