14:02 18 Sibat 2018
Zindî
    Daxuyaniya Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK)

    Konsolxaneya Fransayê dosyeya qetilkirina 3 jinên kurd qebûl nekir

    © Foto: RojNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Hewlêrê Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) dixwest dosyayeke derbarê sê jinên şoreşger li Parîsê qetilkirî pêşkêşî Konsolxaneya Fransayê bikin; lê dosya ji destê wan nehat wergirtin.

    Hewlêr — Îro li Hewlêrê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) bi dehan jin li ber derê Konsolxaneya Fransayê ya li Hewlêrê kom bûn û xwestin ku dosyeyeke derbarê Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez de pêşkêşî konsolxaneyê bikin. Konsolê Fransayê nexwest jinên çalakvan bibîne û dosyaya amadekirî nehat wergirtin.

    Endam û piştgirên RJAKê li ber avahiya Konsolxaneya Fransayê daxuyanî da û diyar kir ku heta niha Fransayê li hemberî qetilkirina sê jinên şoreşger ên kurd xemsar e û wiha hat gotin: ‘Em daxwaz ji Fransayê dikin ku encamên lêkolînên derbarê qetilkirina sê jinên şoreşger ên kurd de amadekirî eşkere bike û êdî piştgiriya dewleta tirk neke. Di rastiyê de piştgiriya ji bo Tirkiyayê piştgiriyeke ji bo terorê ye. Pêwîst e Fransa dosyeyên wan pêşkêşî Dadgeha Navnetewî bike û pêvajoya lêkolînê û belgeyên berdest eşkere bike.’

    Bi heman mijarî:

    Karayilan: Ev xwîn li erdê namîne, wê tola wan were hilanîn
    Pûtîn: Mizgîniyeke min ji we re heye
    Li Kurdistanê 18 hezar karkerên biyanî dixebitin
    Etîketan:
    piştgiriya DAIŞê, piştgiriya Tirkiyayê, Dadgeha Navneteweyî, qetilkirina sê jinên şoreşger ên kurd li Parîsê, Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK), Leyla Şaylemez, Fidan Dogan, Sakine Cansiz
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de