22:18 20 Hezîran 2018
Ziya Pitros

Li Kurdistanê 18 hezar karkerên biyanî dixebitin

© Foto: DIWAROJ
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Li gorî nûçeya Diwarojê, Dezgehê Serbixwe yê Mafên Mirovan diyar kiriye ku karkerên 44 welatên biyanî li Kurdistanê dijîn û di hinekan de nexweşiyên tirsnak hatine dîtin û hinekên wan xwefiroşiyê dikin.

Hewlêr — Serokê Dezgehê Serbixwe yê Mafên Mirovan li Kurdistanê Ziya Pitros îro (13.01.2016) li Hewlêra paytextê Kurdistanê civîneke çapemeniyê li dar xist û ji rojnamegeran re ragihand ku niha li Kurdistanê 18 hezar karkerên biyanî dixebitin û ev rêje her diçe zêde dibe.

Serokê Dezgehê Mafên Mirovan eşkere kir ku bi qasî 151 şirket ji 44 welatan karkerên biyanî tînin Kurdistanê û ev kes xizmetên paqijiyê dikin an jî di çarçoveya projeyan de dixebitin.

Ziya Pitros bal kişande ser nexweşiyên van karkeran û got: 'Hinek ji van nexweşan vîrûsa AIDSê ya bi navê HIV dikêşin ku piraniya wan jin in û bedenên xwe difroşin.'

Çalakvanê mafên mirovan zêdebûna karkerên biyanî wekî xetere nîşan da û got: ‘Bi hatina van karkerên biyanî rêvebirî, aborî, civak, ewlehî û tenduristiya gelên Kurdistanê rastî xetereyên mezin hatine.’

Bi heman mijarî:

Li Cizirê kesek li ber mala xwe hat kuştin
Hejmara kuştiyên êrişa Siltanahmedê zêde bûn
KATALONYA - Serokê serxwebûnxwaz sonda Spanyayê nexwend
Wekîlê PDKê: ‘Dewleta tirk wê nikaribe berxwedana Bakur bişikîne'
Çelengên rûsî, li Bahreynê derdikevin cambaziyê
Zanîngeha Abdullah Gul îstîfaya profesorê aştîxwaz xwest
Etîketan:
xizmetên paqijiyê, karkerên biyanî, civîna çapemeniyê, Dezgehê Serbixwe yê Mafên Mirovan li Kurdistanê, Ziya Pitros, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de