03:18 24 Sibat 2018
Zindî
    869: Barkoda Tirkiyayê

    Gelê Kurdistanê eşyayên Tirkiyayê boykot dike

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî nûçeya RojNewsê li Herêma Kurdistanê desteyek nivîskar, rewşenbîr, rojnamevan û kesayetên naskirî ji bo boykotkirina mal û eşyayên Tirkiyayê dest bi kampanya boykotkirinê kirin.

    Hewlêr — Li bajarên kurdan zêdetirî 2 mehan e ku êrîşên dewleta Tirkiyayê li dijî gelê kurd berdewam dikin û di van êrîşan de heya niha zêdetirî 200 kesî jiyanên xwe ji dest dane.

    Rewşenbîr, nivîskar, rojnemevan û kesayetên naskirî yên Herêma Kurdistanê ji bo piştgirîkirina berxwedana gelê kurd û şermezarkirina dewleta Tirk, bi kampanyayekê bang li kurdan kirin ku mal û eşyayên Tirkiyayê boykot bikin.

    Ji bo kampanyaya boykotkirinê dê li Dihok, Hewlêr, Silêmanî, Xaneqîn, Devera Pişder, Şarezûr, Derbend, Germiyan, Kerkûk û Çemçemalê dest bi kar bikin.

    Di çarçoveya kampanyaya boykotkirinê de kurdên Herêma Kurdistanê dê bên hişyarkirin ku hemû eşyayên ku barkoda wan bi 869ê dest pê dike nekirin û nefiroşin. Herwiha mal û eşyayên ku li ser “Turk Mali” û “Made in Turkey” û “صنع في تركيا” hatine nivîsandin nekirin, bi kar neyînin û li dikanên xwe nefroşin.

    Bi heman mijarî:

    Dîmênê komkujê Siltanahmedê derket holê
    Li Siltanahmedê qêrîna rêber, hejmara kuştiyan kêm kir
    Noam Chomsky bersiv da vexwendina Erdogan
    Kurdistan êrişên Tirkiyayê yên li dijî kurdan şermezar dike
    Rûsya bersiv da Erdogan, em li Lezqiyeyê ‘dewleteke çerçitiyê' ava nakin
    Li bajarê Sine teqîn: 3 xanî hilweşiyan, kuştî û birîndar hene
    Etîketan:
    eşyayê tirkan, 869: Barkoda Tirkiyayê, kampanyaya boykotkirinê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de