14:54 12 Kanûn 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî û Mela Bextiyar

    Naveroka civîna YNK û PDKê eşkere bû

    © Foto: PUK Media
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Îro li Hewlêrê di navbera PDKê û YNKê de civînek hate lidarxistin û rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê hate nirxandin; lêbelê piştî civînê tu daxuyanî nehatin dayîn.

    Navenda Nûçeyan — Îro li Hewlêrê saet 11:00an de di navbera şandeya Yêkîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de civînek hate lidarxistin. Şanda YNKê ji aliyê Mela Bextiyar, Umer Fetah, Sedî Ehmed Pîre, Rizgar Elî û Qubad Talebanî hate temsîlkirin. Nêçîrvan Barzanî, Fazil Mîranî, Mehmûd Mihemed, Dilşad Şehab jî şanda PDKê temsîlkirin.

    Di civînê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên dualî hatin nîqaşkirin û malpera fermî ya PDKê (pdk.info) bi hinek beşdarbûyiyên civînê re axivî.

    Derbarê naverokê de ji YNKê Sedî Ehmed Pîre wiha got: Ji bo derbasbûna qeyranên Kurdistanê divê PDK û YNK bigihêjin bingeheke hevbeş û me di vê çarçoveyê de hinek pêşniyar pêşkêşî PDKê kirin. Me xwest ku daxuyaniyên me yên berê wekî projeyekê werin ser maseya nîqaşê. Civîneke erênî bû; em her du alî ji bo baştirkirina rewşa Kurdistanê hemfikir in.’

    Ji PDKê Dilşad Şehab jî diyar kir ku PDK û YNK li meydana siyasetê ya Kurdistanê du hêzên karîger in û divê li ser heman bingehê nêzîkî qeyranan bibin ku kurd qezenc bikin. YNKê rênexşeyek pêşkêşî me kir û em ê projeyê di nava xwe de binirxînin. Bi awayekî giştî derbarê krîzan de her du alî hemfikir in. Ji aliyê me ve civîneke erênî bû.’

    YNKê duh jî li Silêmaniyê bi Tevgara Goran re hevdîtinek pêk anî bû tê gotin ku YNK wê di rojên pêş de bi Komeleya Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya  Îslamî ya Kurdistanê re jî hevdîtinan bike.

    Bi heman mijarî:

    Piştî pelçiqandina kalemêrekî, li Geverê pevçûnên dijwar
    Su-25 Balafira êriş û îzolasyona hewayî
    Kiliçdaroglu: Berî ambulansan qedexeya weşanê derket
    Li Gimgimê 9 kes hatin binçavkirin
    Akademîsyena banga rawestandina şer kir, SBPê jî lêkolîn da dest pêkirin
    3 ciwanên înfazkirî hatin oxirkirin
    Amerîka: Erdogan dixwaze bibe Siltanê Osmanî yê nû
    Etîketan:
    civîna dualî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de